Têkildarî teqîna fabrîkaya roketan 3 kes hatin girtin 2023-06-17 11:45:20   ENQERE - Li Enqereyê têkildarî teqîna fabrîkaya roketan û teqemeniyê ku 5 karkeran têde jiyana xwe ji dest dabû, 3 kes hatin girtin.    Li Fabrîkaya Roket û Teqemeniyê ya aydî Endustiriya Makîne û Kîmyayê (MKE) a li navçeya Elmadagiya Enqereyê teqîn çêbûbû. Di teqînê de karkerên bi navê Mehmet Kutlu, Îbrahîm Ozdemîr, Îhsan Kuçukerdem, Ahmet Unal û Firat Elverîr jiyana xwe ji dest dest dabûn. Serdozgeriya Komarê ya Elmadagiyê têkildarî teqînê lêpirsîn dabû destpêkirin û di vê çarçoveyê de 7 kes hatibûn binçavkirin. Her 7 kesan jî birin edliyeyê û piştî îfadedayîna li dozgeriyê û dadgeriyê 3 kes ji sûcê “bûne sedema mirina gelek mirovan a biqisûr” hatin girtin û 4 kes jî hatin berdan.