Şivanan li ser zozanan li hev xist: Herî kêm 7 kes birîndar bûn 2023-06-17 13:14:41 WAN - Li navçeya Miksê di navbera şivanên 8 gundan de gengeşî derket. Paşê şivanan li hev xist û di bûyerê de herî kêm 7 kes birîndar bûn.  Şivanên gundê Kisor, Arnas, Novî, Raman, Eskîncas, Kincas, Axînê yên bi ser navçeya Miksê ya Wanê ve li ser mêrga sewalan gengeşî kirin. Gengeşî kêliyek şûnve veguherî li hev xistinê. Xelkê gundan jî daxilî şerê şivanan bûn û berfireh bû. Di şer de herî kêm 7 kes birîndar bûn.    7 KES BIRÎNDAR BÛN    Li gorî agahiyên ku gundiyên derdorê dan; Ji bo ku xelkê gundan pezê xwe li zozanên 8 gundan biçêrîne salên dirêj d idi navbera wan de pirsgirêk heye û dem bi deman li ser zozanên çêrandina pez li hev dixin. Di hefteyek dawî de di navbera 8 gundan de gengeşî hebû.    Çavkaniyên xwecihî ev agahî dan: “Serê sibehê şivanên gundan li hev xistin e. Paşê welatiyên gundan jî daxilî şer dibin û niha 7 kes birîndar bûye. Helîkoptêr çûne cihê bûyerê û birîndaran radikin nexweşxaneyan. Leşker gundan dorpêç kiriye.”