Dr. Îlkan Dîken li ser gora xwe hat bibîranîn 2023-06-17 14:21:56   AMED - Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê yê berê Îlhan Dîken di salvegera 9’emîn de li ser gora xwe hat bibîranîn.    Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê yê berê Dr. Îlhan Dîken di salvegera wefata xwe ya 9’emîn de li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hat bibîranîn. Malbata Dîken, rêveber û endamên Odeya Bijîşkan a Amedê, Semsûrê û Stenbolê, nedamên Yekitiya Bijîşkan a Tirk, endam û rêvegerên Şaxa SES’ê ya Amedê tev li bîranînê bûn.    Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran di bîranînê de axivî û da zanîn ku Îlhan Dîken tu demê dest ji helwesta xwe ya welatparêziyê berneda û ew ê lis er şopa Îlhan Dîken xebatên xwe yên xizmeta tenduristiyê berdewam bikin.    Sekreterê Giştî yê TTB’ê Vedat Bûlût jî Îlhan Dîken bi bîr anî û ew her tim li ber neheqiyan rabû û her tim pirsgirêkên gel dianî ziman û wê têkoşîna wî bidomînin.    Beşdaran qerenfîl danîn ser gora Dîken û bername bi dawî bû.