Cenazeyê Behiye Kaçar li Sêrtê hat veşartin 2023-06-17 14:48:01   SÊRT - Cenazeyê endama YJA-Starê Behiye Kaçar a di şerekî li Gabarê de jiyana xwe ji dest dabû, li Sêrtê hat veşartin.    Endama YJA-Starê Behiye Kaçar di 2’yê kanûna 2022’yan de di şerê li Çiyayê Gabara Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû. Piştî ku encama testê xwînê ya malbatê û Kaçar li hev derket, malbatê cenazeyê keça xwe ji Goristana Bêkesan a Şirnexê wergirtin. Malbatê cenaze duh ji Şirnexê bir navenda Sêrtê û li Goristana Şêx Mûsa bi beşdariya gelek kesan veşart.