ÎHD’ê faîlên Oncu û Ûygûr ên hatin qetilkirin pirsîn 2023-06-17 14:59:44   AMED/ÊLIH/ÎZMÎR - Malbatên Windakiriyan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê faîlên Mehmet Siddik Oncu yê beriya 30 salan piştî hatibû binçavkirin hate qetilkirin pirsîn. ÎHD’a Îzmîrê jî xwest ku faîlên Alî Ûygûr ê piştî hate binçavkirin hate qetilkirin bên dîtin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Malbatên Windakiriyan di hefteya 749’emîn a çalakiya xwe ya bi navê “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê hatin bahev û çalakiya xwe domandin. Di çalakiyê pankarta ku wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin li ser bû hate vekirin.    ‘EM Ê MÎRATEYA TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN’    Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz, anî ziman ku 30 sal in aqûbeta kiryarên nediyar û windakiriyan dipirsin û wiha got: “Ji ber di vê pêvajoyê de tu desthilat bi awayekî erênî nêzîkî pirsgirêkê nebûn ev pirsgirêk hêj li ber me disekine. Ev pêvajo bêyî dayika Berfo û Asiye aqûbeta zarokên xwe bizanin û bibînin ku faîl bên darizandin jiyana xwe ji dest dan. Em ê mîrateya têkoşîna wan bidomînin.”   Pişt re rêveberê ÎHD’ê Yûsûf Erdogan çîroka Mehmet Siddik Oncu yê di 21’ê hezîrana 1993’yan de li gundê Qerqatê yê navçeya Xana Axparê ya Amedê hate binçavkirin û careke din agahî jê nehate wergirtin û pişt re di 8’ê tîrmehê de cenazeyê wî hate dîtin xwend.    ÊLIH    Li Êlihê jî ÎHD’ê û Malbatên Windakiriyan di hefteya 585’emîn a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê kom bûn. Di çalakiya ku pankarta li ser “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” li ser dinivîsî hate vekirin û wêneyên windakiriyan hatin rakirin de malbatên windakiriyan, parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên OHD’ê, Şaxa MEBYA-DER’ê ya Êlihê û Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê amade bûn.    Hevserokê Şaxa ÎHD’a Êlihê Devran Yildiz ê di daxuyaniyê de axivî, bi bîr xist ku di şerê ji ber şerê axê ya li navçeya Bismil a Amedê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji malbatan re sersaxî xwest. Yildiz diyar kir ku bi şer û pevçûnê tu pirsgirêk çareser nabin û destnîşna kir ku rêya diyalogê bê hilbijartin.    Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Ahmet Şiray anî ziman ku ji bo welat bikeve pêvajoyeke rast a demokratîkbûnê divê aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin bê aşkere kirin û faîl bên darizandin. Şîray pişt re çîroka Mehmet Siddik Oncu xwend.    Axaftin bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    ÎZMÎR    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê ya 2 hefteyan carekê bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” çalakiyê lidardixe, îro careke din li ber Sumerbanka Kevin a Konakê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên “Windakirî wijdan in xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in windakirî li ku ne” hatin vekirin. ÎHD’ê vê hefteyê aqûbeta Alî Ûygûr ê piştî di 1’ê tîrmeha 1980’yan de li Mêrsînê hate binçavkirin û piştî 53 rojan cenazeyê wî bi awayekî îşkencekirî li Goristana Bêkesan hate dîtin pirsî.    Rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek çîroka Ûygûr xwend. Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.