Sed carî avêtine ser mala wê, kurekî wê hatiye kuştin û du kurên wê jî girtî ne 2023-06-18 09:01:06   ŞIRNEX - Meryem Îverendî ku heya niha polîsan sed carî avêtiye ser mala wê û kurekî wê hatiye kuştin û du kurên wê jî hatine girtin diyar kir ku ew ê tu carî dest ji doza xwe bernede û wiha got:" Ma ez ê çawa bêriya zarokên xwe nekim? Bi bîranînên wan dijim. Di nava rojê de 20 caran li wêneyên wan dinêrim. Lê ji berxwedanê pêvetir çare nîn e."   Di salên 1990’î de bi hezaran gundên Kurdistanê ku cerdevanî qebûl nekirin, hatin valakirin û piştre jî hatin şewitandin. Bi hezaran mirovên ku ji bêgavî ji gundên xwe koç kirin neçar man ku li navendên bajaran bi cih bibin. Polîtîkayên ewlehiyê û tunehesibandinê yên dewletê, li Kurdistanê qet kêm nebûn. Di encama van polîtîkayan de bi hezaran kesan berê xwe dan metrepolan û gelek ji wan jî hatin girtin û gelek jî bi salane li dijî pergala heyî ya serdest têdikoşin. Yek ji van malbatan jî malbata Îverendiye.   Malbata Îverendî ku ji deh kesan pêk tê, li gundê Behmol ê navçeya Cizîrê ya Şirnexê dijî. Lê belê di sala 1990'î de ji ber ku cerdevantiyê qebûl nake ji nêçarî ji gund derdikeve û berê xwe dide Cizîrê. Malbat ku ji ber zext û zordariyan li Cizîrê bi cih dibe, careke din rastî heman pêkanînan tê û ji malbatê bav tê girtin. Bav, piştî salekê ji girtîgehê derdikeve. Lê piştî dertê bi demeke kurt car din tê girtin. Heman êriş, zext û zordarî her sal xwe dubare dikin. Di sala 2004'an de ji heman malbatê vê carê birayên hev Botan Îverendî (13) û Abdurahman Îverendî (17) tên girtin. Her du bira piştî 3 sal û 3 mehan ji girtîgehê derdikevin. Di sala 2008'an de Abdurrahman Îverendî dîsa tê girtin û 17 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn. Di sala 2016'an de jî birayê wî Botan tê girtin û cezayê muebeda giran lê tê birîn. Botan, nexweş e û li girtîgehê nayê dermankirin. Birayê wan Îbrahîm jî di dema qedexeyên derketina derve yên li Cizîrê de, di jêrzemînên Cizîrê de jiyana xwe ji dest dide û bavê wan jî di qedexeya derketina derva ya Cizîrê de felcî dibe û jiyana xwe ji dest dide. Zarokê malê yê herî biçûk Mahsûn jî ji ber zext û gefan zêde nikare bisekine û tev li refên PKK'ê dibe. Dayik Meryem Îverendî ku 8 zarokên wê hebûn, niha tenê zarokek wê li cem wê maye. Polîsan heta niha sed carî avêtiye ser mala Îverendiyê û di binçavkirinên dawî de dîsa bi ser mala wê de girtin û kurê wê yê li cem wê hat binçavkirin û paşê hat berdan.   2 KURÊN WÊ GIRTÎ NE, YEK JÎ HATIYE KUŞTIN   Dayika Meryem Îverendî diyar kir ew ji salên 90'î heta niha di bin zext û êrişan de ne û serpêhatiya xwe wiha vegot: "Di sala 1990'î de me cerdevanî qebûl nekir û em ji gund derketin. Kir û nekirin nekarîn me bikin cerdevan. Piştî ku em hatin Cizîrê bi cih bûn, vê carê hevjînê min jî girtin. Di binçavan de gelek îşkence li hevjînê min kirin. Hevjînê min 13-14 rojan di binçavan de ma. Piştî ku hevjînê min hat berdan jî zext û êriş hîç kêm nebûn. Her roj bi ser mala me de digirtin. Zarokên me mezin bûn û vê carê bela xwe li wan dan. Piştre 2 zarokên min hatin girtin. Yek birin Girtîgeha Xarpêtê, yek jî birin Girtîgeha Amedê. Ji bo min gelek zehmet bû. Geh diçûm Xarpêtê geh jî diçûm Amedê, ji bo hevdîtinê. Pêvajoyên gelek zor û zehmet bûn. Kurê min ê biçûk jî her roj binçav dikin. Her roj digirtin û berdidan. Êdî nekarî li malê bisekine û min ew şande Iraqê, gel malbata xwe. Min got, 'Bila li wir bimîne, bixebite.' Lê li vir jî MÎT'ê ew girt û birin Amedê. Kurê min 13 rojan di îşkenceyê de ma. 5 salan di girtîgehê de ma û piştre hat malê. Ew kurê min 13 rojan li derve ma û piştre dîsa ew girtin. Piştre dîsa hat berdan. Lê êdî nekarî bisekine û wenda bû. Çend salan me tu agahî jê nestandin û piştre me zanî ku tev li PKK'ê bûye. Kurê min Abdurrahman jî qeza kiribû, seqet bûbû, nexweş bû û ew jî girtin û ev 12 sal in di girtîgehê de ye. Botan jî girtin. 2 zarokên min tenê man. Ji ber êrişên dewletê min kurê xwe yê 16 salî zewicand. Ew jî çûye rojavayê Tirkiyeyê, karkerê demsalî ye. Kurekî min jî di dema qedexeyan de, di jêrzemînên Cizîrê de qetil kirin."   'DEWLETÊ SED CARÎ AVÊTIYE SER MALA MIN'   Dayik Îverendî bi lêv kir ku ew tiştê ku hatine serê wê û zarokê wê ew ê tu carî jibîr neke û wiha domand: "2 kurê min girtin, yek kuştin û yek jî ji ber êrişên wan reviya û çû. Tenê 2 man li ber destê min. Ew jî yê biçûk in. Ji ber ku debara me tune ye, karkerê demsalî ye. Her mehê carekê bi ser mala me de digirin. Çendî bi ser mala me de girtibin jî her carê heqaret kirine, li me dane û gef xwarine. Çi tişt nema ku vê dewletê neaniye serê me. Lê me li ber xwe da û em ê li ber xwe bidin. Em ji bo ku li ber xwe didin ne poşman in. Em li pey doza xwe ne. Heta niha sed caran bi ser mala me de girtine. Me sed car hindik e. Ez tu caran Erdogan û hikûmeta wî efû nakim. Ez heqê xwe li vê dewletê helal nakim. Ez dozdar im. Xwedê jî wan efû bike, ez ê wan efû nekim."   'JI BERXWEDANÊ PÊVETIR ÇARE NÎN E'   Îverendî anî ziman ku ew bi bîranînên zarokên xwe rojên xwe derbas dike û got ku ji zarokên wê tişta ku jê wê re maye wêneyên wan ên li dîwêr daliqandî ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me digot zarokên me mezin bibe em ê avahî çêbikin û bi hevre tê de bijin. Lê wisa nebû, zarokên min hemû belav bûn. Zarokên min çûn û niha ev avahî ji bo min weke koxika mirîşkan e, keyfa min jê re nayê. Ez pir bêriya zarokên xwe dikim. Her şev bîranînên wan tên ber çavê min û piştre jî xewa min nayê. Zarokên min her tim li ber çavên min in. Ma ez ê çawa ji bîr bikim? Li gel banga mela radizêm. Ez ê çawa bêriya wan nekim? Di nava rojê de bîst caran li wêneyên wan ên bi dîwêr ve daliqandî dinêrim. Kurekî min hatiye girtin, heta niha neçûme hevdîtina wî. Hêviya me ev hilbijartin bû. Lê çênebû. Divê em berxwedana xwe bidomînin. Ji berxwedanê pêvetir çare nîn e. Banga min ji bo dayikan e ku li ber xwe bidin û li hemberî zilmê bibin tifaq. Em ê li ber xwe bidin. Banga min ji bo kurdê bi şeref e, vegerin ser doza xwe, xiyanetê nekin."    MA / Zeynep Dûrgût