Nivîskar Çelîk: Hevhelalkirin bêyî axaftina tecrîda Îmraliyê nabe 2023-06-18 10:59:45   STENBOL - Nivîskar Mukaddes Erdogdu Çelîk anî ziman ku pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e û wiha got: “Heta ku li ser tecrîda li Îmraliyê neyê axaftin dê hevhelalkirin çênebe.”   Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, 25’ê adara 2021’an heta niha tu agahî nayên girtin. Nivîskar Mukaddes Erdogdu Çelîk Tecrîda li ser Ocalan û encamên tecrîdê nirxand.    Çelîk, destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê meşandin, li ser siyaset û civakê bandoreke mezin dike û anî ziman ku mînakeke vê rastiyê xwe di pêvajoya hilbijartinê de daye der. Çelî,k da zanîn ku zextên beriya hilbijartinê xwe dane der di pêvajoya hilbijartinê de jî dom kirin û wiha got: “Îktdar, ev bû 8 sal bênavber bi tevgera azadiyê ya kurdan re şer dike. Ev şer bandorê li hemû derdorên civakî dike û herî dawî jî zarokê 5 salî Hakan Sarak li Cizîrê bi wesayîta zirxî hate înfazkirin. Ji ber ku ev înfaz e. Demekê şoreşger wiha înfaz dikirin, niha jî zarokan dikujin. Em nikarin bibêjin van tiştan eleqeya xwe bi tecrîdê nîne.”    BÊDENGKIRINA OCALAN BÊDENGKIRINA HERKESÎ YE   Bi domdarî Çelîk destnîşan kir ku sedema girankirina tecrîdê, paşxistina tevgera kurd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê ji muxalefeta burjuva ku xwedî îdiaya guherandina pergalê ye û ji kesên bo xwe perspektîfa Rêya Sêyemîn esas digirin ev tişt were gotin; dema Ocalan hate bêdengkirin ev tê wê wateyê ku herkes tê bêdengkirin. Polîtîkayên tecrîdê piralî ne. Pirsgirêka kurd jî yek ji van e. Desthilata AKP’ê bi dek û dolaban di vê hilbijartinê de bi ser ket û amûra wê ya herî xurt ku bi kar dianî jî pirsgirêka kurd bû. Desthilatê bi dijbertiya kurdan civak teslîm girt û muxalefet jî tirsonek tevgeriya. Ma heta em li ser tecrîda li Îmraliyê neaxivîn, heta ku em li ser berxwedana gel neaxivîn dê çawa qala hevhelalkirinê bikin? Bi dilekî tirs gotina ‘em ê bi her kesî re hevhelal bikin’ nabe.”   ‘YÊ ÇARESER NEKE JI HEV BELAV DIBE’   Di berdewamê de Çelîk da zanîn ku pirsgirêka kurd ji Tirkiye û tecrîdê cuda nayê destgirtin û wiha pê de çû: “Tu kes bi paşguhkirina pirsgirêka kurd re tiştekî bi dest bixe. Em hatin sedsaliya Komarê. Berê ji bo li dijî komunîzmê şer bikin komele ava dikirin. Heke niha şerm nekin dê ji bo şerê li dijî kukrdan jî komeleyan ava bikin. Zêdetirî 40 sal in pirsgirêka kurd pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê ye. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê Abdullah Ocalan û tevgera siyasî ya kurd gelek caran bangên aştiyê kirin. Li Tirkiyeyê pîvana şoreşgeriyê, sosyalîstbûnê û demokratbûnê pirsgirêka kurd e. Muxalefeta ditirse ku qala pirsgirêka kurd bike. Ji berê ve siyaseta kurd bibêje: ‘Yê ku pirsgirêka kurd çareser neke dê ji hev belav dibe.’”   PERSPEKTÎFA RÊYA SÊYEMÎN   Nivîskar Çelîk anî ziman ku Tirkiye kete pêvajoyeke nû, bal kişand ser pirsgirêka kurd, tecrîd û rewşa girtîgehan û axaftina xwe wiha qedand: “Divê daxwaza me ya pêşîn azadî be. Wekhevî û edalet nîn e, kuştinên jinan zêde bûne, tecrîd heye, girtî terkî mirinê hatine kirin. Bi ya min êrişên desthilatê û şîretên muxalefetê yên ‘rûnin’ civak tevizand. Divê têkoşîn berdewam bike. Tifaqa Ked û Azadiyê bi halê xwe yê rêxistinbûyî, taybetî jî wek cewherî li ser Rêya Sêyemîn têkoşînê bide destpêkirin. Rêya Sêyemîn avakirina komara demokratîk û pêkanîna daxwazên demokrasiyê ye. Kesên Rêya Sêyemîn ji xwe re kirine nexşerê divê di dema pêşiya me de pêşengtiya têkoşînê bikin. Bi hêza xwe ya cewherî têbikoşin. Ji ber ku tevgera hemû hêzên din girêdayî tevgera vê dînamîkê ne.”   MA / Esra Solîn Dal