Hemşîreya ku kamyonê lê xistî jiyana xwe ji dest da 2023-06-18 14:44:57   WAN - Di encama qezaya trafîkê ya li pêşiya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê ya Wanê de hemşîreyekê jiyana xwe ji dest da.    Hemşîre Ayser Buyukyildiz ku li Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê ya Wanê dixebitî, dema bi duçerxeya xwe diçû kar, kamyonekê ji pişt ve lê xist û jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyan, Buyukyildiz bi duçerxa xwe hate nexweşxaneyê û di vê navberê de kamyonê ji piştve lê xist û bi giranî birîndar kir. Li cihê bûyerê mudaxele hate kirin lê tevî hemû hewldanan jî jiyana xwe ji dest da.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin. Cenazeyê Buyukyildiz piştî karûbarê otopsiyê dê ber bi bajarê wê Yalovayê ve were şandin.