Êrişa li dijî Sînan Aygul hat protestokirin 2023-06-18 18:58:34 BEDLÎS - Rêxistinên sivîl û pîşeyî yên Tetwanê kom bûn û êriş li dijî rojnamevan Sînan Aygul ku ji aliyê parêzvanên şaredarê AKP’yî ve pêk hat şermezar kirin.  Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê Serokê Cemiyata Rojnamevanan a Bedlîsê rojnamevan Sînan Aygul gelek nelirêtî û fiotina erdên Şaredariya Tetwanê ya AKP’yî kiribû nûçe û ji raya giştî re ragihandibû. Duh li navçeyê parêzvanê şaredarê şaredarê AKP’yî Mehmet Emîn Geylanî, Yucel Baysal û polîsê bi navê Engîn Kaplan êrişî rojnamevan Aygul kiribûn û ew birîndar kiribûn.   Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û rêxistinên pîşeyî yên Tetwanê û gelek rojnamevan ji bo piştevaniya Aygul li ber Yaşam AVM kom bûn û êrişê protesto kirin. Di çalakiya şermezarkirinê de dirûşmeyên wek “Serok îstîfa” û “Destên êrişî Sînan kirine bila bişkên” berz kirin.    Rojnamevan Sînan Aygul ê ji ber êrişê birîndar bûbû, hat zanîn ku îro dîsa rewşa wî giran bûye û rakirin nexweşxaneyê.