Polîsan êrişî girseya ku xwest bimeşe Taksîmê kir 2023-06-18 20:33:48   STENBOL - Endamên LGBTI+ yên xwestin bimeşin Takîsmê bi êrişa polîsan re rûbirû man û herî kêm 8 kes hatin binçavkirin.    Piştî şeş salan hat xwestin ku “Meşa Rûmetê ya Trans” bê lidarxistin. Ji bo astengkirina meşê ji serê sibehê ve polîsan tevahiya Cadeya Îstîklalê û derûdora wê dorpêç kiribû û bi bariyeran girtibû. Endamên LGBTI+ li gelek cihan li dijî dorpêça polîsan kom bûn. Endamên LGBTI+ westin bimeşin û paşê jî daxuyanî bidin. Girseya ku ji Harbiyeyê xwest heta Taksîmê meşê li dar bixe bi êrişa polîsan re rûbirû ma. Polîsan li gelek kesan da û yek jê zarok 8 kes di êriş û mudaxileyan de hatin binçavkirin.    Navê binçavkiriyan û cihê ku lên tên rawestandin nehat zanîn. Her wiha polîsan rojnamevanan jî asteng kirin û nehiştin ku dîmen û wêneyan bigirin.