Li Geverê 5 kes hatin binçavkirin 2023-06-18 23:48:33   COLEMÊRG - Hat zanîn ku li Geverê di serdegirtinên malan de 5 kes hatin binçavkirin.   Li gundên Bilindbasan û Birdik ên bi ser navçeya Geverê ya Colemêrgê û li navenda navçeyê polîs û leşkeran avêt ser malan û 5 kes kirin binçavan. Hate zanîn ku P.B, H.B, M.E.S, S.F û kesekî navê nehatiye zelalkirin bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kirine" hatin binçavkirin. Ji bo îfadeyê bidin li Midûriyeta Polîsan a Geverê tên ragirtin.    Tê payîn her 5 welatî piştî karûbarên îfadeyên li emniyetê sewqî dozgeriyê bên kirin.