Li Mêrdînê wesayîta leşkerî wergeriya 2023-06-19 08:20:55 MÊRDÎN - Li ser rêya Wêranşar a navçeya Dêrikê wesayîteke leşkerî wergeriya. Di encamê de leşkerek û cerdevanek birîndar bûn.    Wesayîta leşkerî ya ji navçeya Dêrik a Mêrdînê ber bi navçeya Wêranşar a Rihayê ve diçû, wergeriya. Di encama qezayê de çawişekî pispor û cerdevanek birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan li nexweşxaneyan hatin veguhestin.