Kesên li Taksîmê hatin binçavkirin hatin berdan 2023-06-19 09:50:03   STENBOL - Endamên LGBTÎ+’yan ên dixwestin li Taksîmê meşê li dar bixin û hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Endamên LGBTÎ+ xwestin duh li Stenbolê “Meşa Rûmetê” li dar bixin û rastî êrişa polîsan hatibûn. Di encama êrişa polîsan de herî kêm 10 kes bi lêdanê hatibûn binçavkirin. Her 10 kes jî şevê din di derengiya şevê de piştî karûbarên îfadegirtinê yên li emniyetê hatin berdan.