5 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2023-06-19 11:35:41 COLEMÊRG - 5 kesên duh li Geverê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên dozgeriyê hatin berdan.    Li gundên Bilindbasan û Birdik ên girêdayî navçeya Geverê ya Colemêrgê û li navenda navçeyê polîs û leşkeran avêt ser malan û 5 kes binçav kirin. P.B, H.B, M.E.S, S.F û kesekî navê wî nehate zanîn bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kirine” hatin binçavkirin birin Fermandariya Cendermeyan a Geverê û Miduriyeta Polîsan a Geverê.     P.B, H.B, M.E.S, S.F û kesekî navê wî nehate zanîn sewqî Edliyeya Geverê hatin kirin. 5 kesên îfadeya wan ji aliyê dozgeriyê ve hatin wergirtin hatin berdan.