Li Enqereyê û Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin 2023-06-19 12:23:42   ENQERE - Di serdegirtinên malan ên li Enqere û Îzmîrê de endama Koordînasyona Navendî ya TOP’ê Hatîce Goz di nav de 4 kes hatin binçavkirin.    Li Enqere û Îzmîrê li dijî endamên Partiya Azadiya Civakî (TOP) û Piştevaniya Mor operasyon hate lidarxistin. Di serdegirtina malan a her du bajaran de endama Koordînasyona Navendî ya TOP’ê Hatîce Goz di nav de 4 kes hatin binçavkirin. Ji bo lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hatiye destpêkirin ve biryara nepen hate wergirtin.    Endama Lijneya Berdevkên TOP’ê û parlamantera Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê Perîhan Koca têkildarî binçavkirinan de axivî û wiha got: “Em difikirin ku di nava amadekariyên doza komployê de ne. Pere û zêrên di dawetê de hatine pêvekirin weke sûc tên nirxandin. Dewlet dixwaze piştî hilbijartinê hemû tundiya xwe arasteyî mûxalîfan bike.”