Êrişa li rojnamevan Aygul hate kirin bir rojeva Meclisê 2023-06-19 13:48:31   AMED - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Osman Cengîz Çandar, êrişa li dijî rojnamevan Sînan Aygul bir rojeva Meclisê.    Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Cengîz Çandar derbarê êrişa parazvanên Şaredarê Tetwanê yê AKP’î Mehmet Emîn Geylanî ya li dijî rojnamevan Sînan Aygul de ji bo cîgirê Serokkomarî Cevdet Yilmaz û Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya bi bersivîne du pêşniyazpirsên cuda pêşkeşî Meclisê kirin.    Di ketina pêşniyazpirsan de hate bibîrxistin ku rojnamevan Sînan Aygul ê îdiayên nelirêtiyên têkildarî neguhezbarên Şaredariya Tetwanê de aniye rojevê di 17’ê hezîranê de ji aliyê parazvanê fermî yê Şaredarê Tetwanê Mehmet Emîn Geylanî ku polîs e û peywîrdarê şaredariyê ve êriş lê hatiye kirin.    Di pêşniyazpirsan de hate diyarkirin ku dîmenên aydê êrişê bi rêya çapemeniyê gihişt raya giştî û wiha hate gotin: “Wêneyên rewşa Sînan Aygul ê piştî êrişê rakirin nexweşxaneyê asta tundiyê nîşan dide. Êrişa li dijî Sînan Aygul, li derveyî welat jî deng vedaye û kir ku li Tirkiyeyê jî nîqaşên li ser azadiya çapemeniyê û ewlehiya rojnamevanan bidome.”   ÊRIŞÊN LI DIJÎ ROJNAMEVANAN   Çandar ev pirs ji Yilmaz û Yerlîkaya pirsîn:    “* Haya we jê heye ku Tirkiye di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de di dora çendan de cih digire?   * Niyet û planeke we heye ku ji bo bidawîkirina êrişên li dijî rojnamevanan û garantîrkirina azadiya çapemeniyê gavên bi bandor biavêjin?   * Ji bo li dijî atmosfera nefretê û çanda bêcezahiştinê ya ku rojnamevanan li dijî tundiyê bêparastin dihêle, hûn ê polîtîkayên berfireh û biryardar derxin pêş?   ‘HÛN Ê NELIRÊTIYAN LÊKOLÎN BIKIN?’   * Ji bo dawî li kiryarên tundiyê yên hêzên ewlehiyê yên li dijî xebatkarên çapemeniyê û weqayên bêcezatiyê yên di vê mijarê de bi dawî bibin hûn ê çi bikin?    * Hûn difikirin ku derbarê Şaredarê Tetwanê ku tê texmînkirin êrişa li dijî Sînan Aygul wî bi parazvanan daye kirin lêpirsînê bidin destpêkirin?   * Hûn ê derbarê îdiayên nelirêtiyên esasî yên li Şaredariya Tetwanê de lêpirsîna pêwîst bidin destpêkirin?”