Êrişa li dijî rojnamevan Aygul hate şermezarkirin 2023-06-19 16:44:01   WAN - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Bedlîsê ku banga îstîfayê li Şaredarê Tetwanê yê AKP’î kir, êrişa li dijî rojnamevan Sînan Aygul hate kirin şermezar kir.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Bedlîsê, têkildarî êrişa li dijî Serokê Cemîyeta Rojnamevanan a Bedlîsê rojnamevan Sînan Aygul hatiye kirin li ber AVM’ya Yaşamê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya bi sedan kes tev li bûn de Nûnerê Tum-Bel Sen’ê yê Bedlisê Ozgur Akbay metnê daxuyaniyê xwend. Akbay, diyar kir ku êriş, êrişeke organîzeyî ye û wiha got: “Êrişa piştî nûçeya Sînan Aygul a têkildarî neguhezbarên Şaredariya Tetwanê hatiye kirin bi awayekî aşkere nîşan dide ku kedkarên çapemeniyê rast e rast hedef tên nîşandan. Em vê êrişa li kedkarên çapemeniyê li mafên nûçe wergirtinê yê gel hatiye kirin qet qebûl nakin.”   ‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN’    Akbay, anî ziman ku ev êriş ji asta bi şermezarkirinê paşguh bikin derbas bûye, ev rewş li bajêr sîstematîk bûye û wiha berdewam kir: “Jehrbira tarîtiya civakî ya li welat kedkarên çapemeniyê ne. Em bi biryar in ku li dijî her cure gefa êrişan a li ser kedkarên çapemeniyê bisekinin. Ev êriş di kesayeta Sînan Aygul de hewldana êrişê ya li dijî kedkarên çapemeniyê û hemû gelê Tetwanê hatiye kirine. Berê çekê dayîna gel a polîsê ku peywîra wî xizmeta gel e û meşandina xebatên tetîkkêşiyê ya nava kolanê ya xebatkarê Şaredariya Tetwanê li Tetwanê bû sedema hers û bertekên cidî. Kes nikare berê çekê bide welatiyên ku xwestin êrişê asteng bikin. Tu hêz nikare xwe li ber gelê Tetwanê yê bi hestiyarî û sekna xwe ya bi rûmet tê zanîn bigire. Em ê tû car serî netewînin.”   ‘DIVÊ ŞAREDAR DEMILDEST ÎSTÎFA BIKE’     Akbay, xwest ku şaredarê AKP’î demildest îstîfa bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di daxuyaniya şaredar a piştî êrişê de kesên ku weke ‘şexsên navên wan derbas dibin’ penase dike hem xizmên wî yên nêz ên wergirtine kar hem jî parazvanê wî yê her tim pê re digere ne. Di nava gel de tu meşrûtiyeta şaredar nemaye û di holê de ye ku zirar daye aştiya civakî ya Tetwanê. Em ji vê saetê ve Mehmet Emîn Geylanî weke şaredarê meşrû nas nakin. Divê Mehmet Emîn Geylanî ji peywîrê bê wertgirtin û derbarê wî de pêvajoya darizandinê bê dest pêkirin. Dîsa em daxwaz dikin ku lêpirsîn bi awayekî bêalî û adil bê birêvebirin.”   Daxuyanî bi dirûşmeya “Çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin” bi dawî bû.