AYM, daxwaza bloqekirina hesabên HDP’ê red kir 2023-06-19 16:52:13   ENQERE - AYM’ê daxwaza bloqekirina hesabên HDP’ê ya Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind red kir.    Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind bi hinceta ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) “neketiye hilbijartinê”, ji Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) xwest ku hesaba HDP’ê ya alîkariya xizîneyê ya bi 400 milyon û 228 hezar û 667 TL’an bloqe bike. AYM’ê ev daxwaz red kir.    AYM, di civîna Lijneya Giştî de biryara xwe ya der barê blokekirina hesabên HDP'ê de eşkere kir. Lijneyê bi yekdengî biryar da ku hesabên HDP'ê neyên blokekirin.