Ciwanekî din jî ji ber merasîma cenazeyê Mîr Perwer hat girtin 2023-06-19 19:25:45   MÛŞ – Înan Demîr ê ku tevlî merasîma cenazeyê Mîr Perwer bû, hat girtin. Heya niha 12 kes ji ber ku tevlî merasîma cenazeyê Perwerê li Parîsê hat qetilkirin bûne, hatine girtin.    Hunermend Mîr Perwer di 23'yê Kanûna 2022'yan d eli Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê di êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû. Di 12'ê Hezîranê de polîsan li Mûşê bi hinceta ku tevlî merasîma cenazeyê Perwer bûne, avêtin ser gelek malan. Di avêtina ser malan de 22 kes hatibûn binçavkirin û ji van kesan 11 kes hatubûn girtin.   Di çarçoveya heman lêpirsînê de Înan Demîr jî li Enqereyê hat binçavkirin û li Edliyeya Enqereyê bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişîna li Dadgeriya Ceza ya Giran a Mûşê bû. Dadgehê Demîr girt.    Bi girtina Demîr re, hejmara kesên ku heya niha bi heman hincetê hatine girtin gihîşt 12'an.