Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin 2023-06-20 13:35:29   STENBOL - Danişîna doza Midûrê Karên Nivîsan ê Berpirsyar ê Kovara Demokratîk Modernîteyê Ramazan Yurttapan û edîtorê kovarê Haydar Ergul hate taloqkirin.    Li Midûrê Karên Nivîsan ê Berpirsyar ê Kovara Demokratîk Modernîteyê Ramazan Yurttapan û edîtorê kovarê Haydar Ergul bi hinceta “heqaret li serokkomar kiriye” doz hatibû vekirin. 3’yemîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê hate lidarxistin.    Ergul û Yurttapan tev li danişînê nebûn lê parêzerên wan amade bûn. Her wiha parêzer Zeynep Şahîn ku ji hêla parêzerê serokkomar Tayyîp Erdogan ê bi navê Ahmet Ozel ve hatibû erkdarkirin jî di danişînê de amade bû. Parêzerên Erdogan di danişînê de giliyên xwe dubare kirin û xwestin Ergul û Yurttapan bên cezakirin.    Parêzerên Ergul û Yurttapan jî gotin ku ji ber nivîsa behsa xeberê li 30’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bi hinceta propagandayê darizandin hatiye kirin û diyar kirin ku dê esasê dosyayê ragihînin.    Dadgehê jî biryar da ku Selçûk Uçar ê di çarçoveya dosyayê de tê darizandin were girtin û danişîn taloqî 21’ê mijdarê kir.