Endamê Meclisa HDP’ê Kirmizi yê girtî hate derbkirin 2023-06-20 13:35:56   ENQERE - Endamê Meclisa HDP’ê Seyîthan Kirmizi li girtîgeha lê tê ragirtin hate derbkirin. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Cengîz Çîçek ev mijar bir rojeva Meclisê.    Endamê Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Seyîthan Kirmizi di çarçoveya operasyona navenda wê Tekîrdag de di 16’ê hezîrana 2023’yan de piştî hate binçavkirin hate girtin. Kirmizi yê birin Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Tekîrdagê, piştî kete girtîgehê 2 saetan, dema hejmartina êvarî ya di qawişê de hate kirin hate derbkirin.    Dema parêzerên HDP’ê bi Kirmizi re hevdîtin kirin dîtin ku di rû û milên Kirmizi de şopên derbê hene. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Cengîz Çîçek têkildarî mijarê ji bo ku Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç bibersivîne ji Serokatiya Meclisê re pêşniyazpirsek pêşkeş kir.    ‘LÊPIRSÎN HATE DESTPÊKIRIN?’   Çîçek di pêşniyazpirsê de ev pirs ji Wezîr Tûnç pirsîn:    “*Gelo amir û peywîrdarên cemaweriyê yên di derbkirina endamê Meclisa HDP’ê Kirmizi de cih girtine ji peywîrê hatine girtin?   * Têkildarî derbkirina Kirmizi ji aliyê Wezareta we û miduriyetên girêdayî wê ve tu ferman hatine dayîn?   * Ji bo pêşîlêgirtina îşkenceya li girtîgehan sîstematîk bûye, xebateke Wezareta we heye ku planeke çalakiyan a bilez amade bike?”