Parêzeran li dijî zextan banga piştevaniyê kirin 2023-06-20 14:26:30   ÎZMÎR - Parêzerên OHD û ÇHD’ê bertek nîşanî binçavkirin û girtina parêzeran dan, gotin ku parastin tê darizandin û li dijî zextan banga piştevaniyê kirin.    Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Îzmîrê têkildarî binçavkirin û girtina parêzeran, li pêşiya Edliyeya Îzmîrê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Parêzerên girtî rûmeta me ne” hate vekirin û dirûşma “Parastin bêdeng nema dê bêdeng nemîne” hate berzkirin.     Daxuyanî ji hêla endamê OHD’ê Îmdat Ataş ve hate xwendin. Ataş, da zanîn ku endama OHD’ê Gulhan Kaya di 12’ê hezîranê de ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatiye girtin û wiha domand: “Mûstafa Savran ku di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibû binçavkirin jî hate berdan. Her wiha bi ser mala parêzer Sezîn Uçar de hate girtin. Her wiha dozgeriyê îfadeyê parêzer Kader Tonç negirt û derheqê wê de kirariya binçavkirinê pêk anîn.”    ‘PARASTIN TÊ DARIZANDIN’   Ataş, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Parêzerên tên binçavkirin û girtin, parêzerên gelê bindest in. Ji ber ku miwekîlên xwe diparêzin lewma rastî van zextan tên. Di dema binçavkirinê de qanûnên divê pêk bînin, tên binpêkirin. Em rastî sepanên biçûkxistinê yên weke bisînorkirina dosyayê, nepeniya dosyayê, mînakên xwîn û mûyê serî tên. Ev zext, li dijî xebatên pîşeya parêzertiyê tên kirin. Em dibînin ku çûna me ya girtîgehê, serdana miwekîlan û hwd. weke tawanbarî hatine qebûlkirin. Ev êriş, ji zextên faşîst ên li tevahiya civakên tên kirin cuda nînin. Heke em têkoşîneke yekbûyî nemeşînin, dê ev zext û êriş jî bidomin. Ev kes bizanin ku ew çi bikin jî em ê li ber xwe bidin. Em ê teslîmî tarîtiya faşîst nebin. Banga me ji bo her kesî ew e ku li dijî van zextan piştevaniyê bikin. Divê hempîşeyên me tavilê bên berdan.”