Roja Penaberan: Rê li ber sedemên ku penaberî afirandine bigirin 2023-06-20 15:27:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên Roja Penaberan a Cîhanê de bal hat kişandin ku bi pêşîgirtina li şer, pevçûn, krîzên aborî û ekolojîk re penaberî dikare ji holê bê rakirin.       Têkildarî Roja Penaberan a Cîhanê li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn. Baroya Amedê li avahiya xwe ya baroyê daxuyanî da. Ji bilî Serokê Baroyê Nahît Eren gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Komîsyona Mafên Penaberan ê Baroyê Ahmet Mûllamûhammed, bal kişand ku bi bandora şer, tundî, binpêkirinên mafên mirovan û krîza aborî hejmara kesên ji warên xwe bûyîne zêde bûye.    ‘DIVÊ MAFÊN BINGEHÎN BÊN NASÎN’    Mûllamûhammet, destnîşan kir ku penaber ji azadî û mafên bingehîn ên weke xanî, perwerde, tenduristî, gera serbest û xebatê nikarin sûdê bigirin. Mûllamûhammed, bang kir ku azadî û mafên bingehîn ên penaberan bên nasîn û ev daxwaz rêz kirin: “Sînordariya rûniştinê ya 60 rojan a ji bo penaberên mexdûrên erdhejê yên li derveyî bajarê ku qeyda wan heye, divê bê rakirin. Penaberên ku li 11 bajaran dijîn ku ji erdhejê bandor bûne; Divê bê şert û merc û bêyî windakirina mafan li bajarên ku karibin jiyana xwe ji nû ve ava bikin, ji maf û xizmetan sûdê werbigirin, stargeh, kar, perwerde û tedawî bibînin, bên ewlekirin. Ji ber vê yekê, bajêr, navçe, taxên ji bo penaberan hatine girtin/ji qeydê re girtin; divê weke pêşî li hemû penaberên ji erdhejê bandor bûne bê vekirin.”   ÎZMÎR     Baroya Îzmîrê jî li ber deriyê avahiya baroyê daxuyanî da. Endama Komîsyona Îltîca û Koçê ya Baroya Îzmîrê Oyku Başkaya jî mafên penaberan bi bîr xistin. Başkaya, diyar kir ku penaber di rêya koçê ya zehmet de bi hêviya jiyaneke weke mirovn bijîn têdikoşin û wiha got: “Hefteya borî di Behra Egeyê de keştiyeke penaberan ku motora wê xera bûbû nokî avê bû. Mixabin 100 jê zarok û gelek jê jin 600 penaberan jiyana xwe ji dest dan û di Behra Egeyê de winda bûn. Tenê 104 kesan karî ji keştiyê xelas bibin. Di rapora qezayê ya Hêzên Ewlehiya Peravê yên Yewnenistanê qala pêvajoya kişandina keştiyê nakin. Hin îdia hene ku keştî ber bi sînorê behrê yê Îtalyayê ve hatiye dehfdan.”    GOTINÊN NEFRETÊ    Başkaya, da zanîn ku di siyaseta heyî de bi nêzîkatiyeke populîst paş ve şandina penaberan weke sozekê pêşkeşî welatiyan tê kirin û bal kişand ku ev rewş di civakê de gotinên nefretê zêde dike û rê li ber sûcên nefretê vedike.   HATAY   Komîsyona Mafên Penaberan û Koçê ya Şaxa ÎHD’a Hatayê li ber konteynira ku lê xebatên xwe dimeşînin daxuyanî da. Hevserokê Komîsyonê Ergul Sayin wiha got: “Bila navendên paş ve şandinê bên girtin û pêkanîna çavdêriya îdarî bê bidawîkirin. Penaberî encax bi pêşîgirtina li sedemên ku penabertiyê diafirîne, dikare bê astengkirin. Pêşî li şer, pevçûn, krîzên aborî û ekolojîk bigirin.”   WAN     Komeleya Lêkolînên Koçê ya Serhatê jî di avahiya komeleya xwe de civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Komeleyê Azad Kalkan, anî ziman ku ji ber polîtîkayên şer ên hêzên hegemonîk û kurewî bi milyonan mirov ji jîngehên xwe bûne û wiha got: “Pratîka mêtîngeriyê ya 10 salan a li Sûriye, Afganistan, Iraq û Îranê pêş ve çû, bû sedem ku bi milyonan mirov ji cih û warên xwe bibin. Di demekî nêzîk de qedexeyên derketina derve yên di navbera 2015’an û 2016’an de li navçeyên Sûr, Cizîr û Nisêbînê hatin sepandin bûn sedemê koçberiya bi darê zorê. Ev polîtîkaya koçberkirinê mîna salên 80-90’an bûye polîtîkayeke nû ya sîstematîk.”