Cenazeyên 39 qûrbaniyên ku DAIŞ'ê qetilkiribûn radestî malbatên wan hatin kirin 2023-06-20 15:42:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyên 39 qûrbaniyên ku DAIŞ'ê li Şengalê qetilkiribûn radestî malbatên wan hatin kirin.   Cenazeyê 39 qurbaniyên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn qetilkirin, gihiştin Şengalê û radestî malbatên wan hatin kirin. Di demên borî de li Şengalê gorên komî hatibûn vekirin û ji bo diyarkirina nasnameyên wan, xebat hatibûn meşandin. Duh Saziya Tiba Edlî ya Bexdayê bang li malbatên qurbaniyan kir ku nasnameyên 39 kesên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn qetilkirin ên ji gorên komî hatibûn derxistin hatine diyarkirin û malbat biçin cenazeyan wergirin. Li gorî nûçeya Rojnewsê, her 39 cenazeyên nasnameya wan hatin diyarkirin, ji Bexdayê veguhestin Şengalê.   Cenaze bi tevlîbûna sedan kesî, li noxteya kontrolê ya Em Şibabîk ya di navbera Telehfer û Şengalê de, bi merasîmekê li gorî çanda êzidiyan hatin wergirtin. Cenaze piştre radestî malbatên wan hatin kirin, wê her malbatek cenazeyê xwe li goristanên xwe yên li Şengalê veşêrin.