Di lêpirsîna şerê li Bismilê de 3 kes hatin girtin 2023-06-20 16:00:03   AMED - Li Bismilê têkildarî bûyera ku 9 kesan jiyana xwe ji dest dabû, 3 kes ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.    Li gundê Şidada yê bi ser navçeya Bismilê ya Amedê ve di 15’ê hezîranê de du malbatan li ser erd şer kirin û di encama vî şerî de ji malbata Taş, Serhat, Halîl, Orhan û Mehmet Can Taş û ji malbata Alyamaç jî Emîn û Selîm Alyamaç ên birayê hev, kurên Selîm Alyamaç ên bi navên Muhammed Alyamaç, Omer Alyamaç û biraziyê wî Yûnûs Alyamaç jiyana xwe ji dest dabûn.   Serodozgeriya Komarê ya Bismilê têkildarî bûyerê lêpirsîn dabû destpêkirin û derbarê 26 kesan de biryara binçavkirinê derxistibû. 7 kes têkildarî bûyerê hatibûn binçavkirin. Îfadeyên wan ên li leşkeriyê bi dawî bû û duh ew birin Edliyeya Bismilê. Dadgehê ji 7 kesan  A.T., E.T. û T.T. girt û 4 kes jî berda. Hat zanîn ku M.A. û A.A. yên li nexweşxaneyê tên tedawîkirin jî wek gumanbar di dosyeyê de cih digirin û karûbarên îfadedayîna kesekî jî li emniyetê berdewam dike.