Di doza qezaya li Dêrikê de kesek hat berdan 2023-06-20 21:17:38   MÊRDÎN - Ji bersûcên qezaya li Dêrikê ku 21 kesan jiyana xwe ji dest bû, yek jê hat berdan û daxwazên ji bo gilîkirina Cengîz Holdîng, Midûriyeta Rêbejahiyê û Midûriyeta Polîsan hatin redkirin.    Di 20'ê Tebaxa 2022'yan de li navçeya Dêrik a Mêrdînê, du TIR'an qeza kiribû. Di her du qezayan de 21 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Danişîna sêyemîn a doza der barê van qezayan de îro li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Mêrdînê hat lidarxistin. Ajovan Ûmût Gunduz û Yûnûs Şatafli yên bi awayekî girtî tên darizandin bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn û xwediyên fîrmayên ku TIR'ên wan qeza kiribûn Kerem G., Mehmet A. û KErevan Mesût G. jî tevlî danişînê nebûn. Malbatên ku xizmên wan di qezayê de mirin û parêzerên her du aliyan jî tevlî danişînê bûn.   Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Paşê malbat û parêzerên wan axivîn. Parêzerên malbatan diyar kirin ku bi tenê cezakirina ajovanan dê wan tetmîn neke û gotin ku divê berpirsên van qezayan hemû bên darizandin.    Ajovanan jî doza tehliyekirinê kir.  Paşê meqama îdiayê doza berdewamiya girtina bersûcan kir.    Parêzerê bersûcan jî diyar kirin ku rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ji ber tenê her du ajovan qisûrdar nîşan daye raporeke kêm e û xwestin rapor jinûve bê amadekirin.    Paşê heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê biryar da ku ajovan Ûmût Gunduz bê berdan û girtina bersûcên din jî bidome. Her wiha dadgehê xwest nivîs ji ATK'ê re bê nivîsandin û rapor jinûve bên amadekirin.    Her wiha dadgehê daxwazên ji bo gilîkirina Cengîz Holdîng, Midûriyeta Rêbejahiyê û Midûriyeta Polîsan hatin redkirin.    Piştî biryara dadgehê malbatên kesên ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dan bertek nîşanî biryara dadgehê dan.