ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2023'YAN 2023-06-21 09:00:23   * Hawirdorparêz Serwer Qeredaxî diyar kir ku ji ber êrişên çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê li ser Herêma Kurdistanê hevsengiya ekolojiyê xera bûye û anî ziman ku birîna daran û êrişên li ser herêmê her deverê dişewitîne û herêmê ber bi çolbûnê ve dibe.    * Endamê Komeleya Meleyên Amedê Abdûlbarî Tîryakî têkildarî bûyera li Bismilê axivî û banga li hev hatinê li her du malbatan kir û got: “Di piranî pirsgirêkên welatê me de tiliya pergalê heye, pêwîste der û dorên malbatan jî bêalî tevbigerin û aştiyê pêk bînin.”   *Muzîkjen Cafer Alp ku ji ber stranên xwe tê darizandin, ji ber dîmenên wekî "delîlên dijhiqûqî" cezayê girtîgehê lê hat birîn.   *Li Erdexanê beriya Cejna Qurbanê ji ber nexweşîna tebeqê li 99 gundan karantîna hat pêkanîn. Sewalvanan diyar kir ku sewalvanî ji ber negirtina tevdîran hatiye asta qedandinê.    *Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Agiriyê Nejla Demîrê anî ziman ku bi tecrîda Îmraliyê re siberojeke tarî li gelan tê ferzkirin û îşaret bi azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir.    *Dayikên Şemiyê ku çalakiyên wan ên li Qada Galatasarayê tên astengkirin, dê serî li Sekreteriya Giştî ya AYM'ê bidin.    * Dayika Mazlûm Dag ku li dijî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Hewlêrê 35 roj in di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, Kûdret Dag wiha got: “Hûn nikarin bi zextê serî li zarokên me bidin tewandin.”   * Derhênerê lîstika “Haylo Dîsa Tevlihev Bû” ku ji aliyê Qeymeqamtiya Tetwanê ve hatiye qedexe kirin, Nazmî Karaman got ku pêkanînên bi vî rengî ji bo ku şanoya kurdî pêş ve neçe tê kirin û sedemek herî mezin jî kurdî ye.   * Di doza Mehmet Uytun ku di raya giştî de weke “zarokê di hembêza dayika xwe de hatiye kuştin” tê zanîn de biryar hatibû dayîn ku leşkerê bersûc li Dadgeha Cezayên Giran were darizandin. Li dijî vê biryarê îtîraz hatibû kirin û ev îtîraz hate qebûlkirin. Çawişê pispor dê bi sedema “Ji ber texsîrê bûye sedema mirinê” were darizandin.   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 821’emîn de berdewam bike.    * Danişîna ewil a doza derbarê 100 kesên li Stenbolê xwestin tev li daxuyaniya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bibin û bi tundî û binçavkirina polîsan re rûbirû man hatiye vekirin dê li 17'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Anadolûyê bê lidarxistin. (10.00)   * Danişîna biryarê ya doza Şadiye Manap a ku roja hat tehliyekirin û heman rojê hat girtin dê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê bê lidarxistin. (11.00)