Demîr: Azadiya fîzîkî ya Ocalan şert e 2023-06-21 09:06:29 AGIRÎ - Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Agiriyê Nejla Demîr anî ziman ku bi tecrîda Îmraliyê re siberojeke tarî li gelan tê ferzkirin û îşaret bi azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir.  Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Zêdetirî 2 sal in bi tu awayî xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin û serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bi hinceta "cezayên dîsîplînê" tên redkirin. Herî dawî Mehmet Ocalan, di 25'ê Adara 2021'ê de bi rêya telefonê bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re axivîbû. Ji wê çaxê heya niha tu xeber ji Îmraliyê nayê girtin. Ji ber vê fikarên raya giştî zêde bûne.    Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Agiriyê Nejla Demîr pergala tecrîdê ya Îmraliyê nirxand.   Demîr anî ziman ku bi tecrîdê re tê xwestin ku pêwendiya Abdullah Ocalan a bi civakê re bê qutkirin û got: "Paradîgmaya neteweya demokratîk a birêz Ocalan, îro ro dewletên xwe bi talan û şer xwedî dikin, ditrisîne. Lewma her diçe tecrîda li ser birêz Ocalan tê kûrkirin."    SEDEMA KRÎZÊN PIRALÎ   Demîr anî ziman ku bingeha krîzên piralî yên li Tirkiyeyê tecrîda Îmraliyê ye û wiha pê de çû: "Meseleya kurd heye ku em dixwazin pê çareserkirin. Ev mesele, ji bo bi awayekî demokratîk û aştiyane bê çareserkirin pêdivî bi fikr, nêrîn û perspektîfa birêz Ocalan heye. Lewma demildest divê dawî li tecrîdê bê. Ger çareserkirina krîzan bê xwestin, nexwe divê cardin pêwendî bi birêz Ocalan re bê danîn û tecrîd bi dawî bibe."    ‘ÎŞKENCEYA LI DIJÎ MIROVAHIYÊ'   Demîr bilêv kir ku tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kiriye li hemû girtîgehan û civakê belav bûye û got: "Di normên navneteweyî de bêyî ku nasnameya girtiyan  esas bê girtin, hin mafên wan hene. Lê mixabin ev maf li Tirkiyeyê nayên pêkanîn. Li her qadê bêhiqûqîtiyeke mezin heye. Astengkirina hevdîtina bi malbatê re bi xwe jî divê li cîhanê olan bide. Ji lew re em dizanin ku bê birêz Ocalan di kîjan şert û mercan de dimîne. Ji ber hindê xebernegirtina jê îşkenceyeke li dijî mirovahiyê ye."    FERZKIRINA SIBEROJEKE TARÎ   Demîr bilêv kir ku siberojeke tarî li gelan tê ferzkirin û got: "Tirkiye kengî têkeve nava krîzan, wekî çareyê êrişê dibe ser kurdan. Polîtîkayên şer dimeşîne û ji bo vê jî budçeyekê vediqetîne. Ger dilê desthilatê û çareseriyê hebûnû, rê û rêbazên aştiyane yê vê yekê hene. Li hemberî me feraseteke ku xwe disipêr eşer heye."    Demîr îşaret bi azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kir û got: "Divê bê zanîn ku azadiya Ocalan azadiya civakê ye."    MA / Bêrîvan Kûtlû