Ji Mêrdînê bertek nîşanî êrişê dan: Divê Tirkiye ji Rojava derkeve 2023-06-21 15:58:36 MÊRDÎN - Rêxistinên navend û navçeyan ên DBP’ê, Partiya Çepên Kesk û HDP’ê qetilkirina Hevseroka Qantona Qamişloyê Yûsra Derwêş û cîgira wê Leyman Şiwêş şermezar kir.  Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Mêrdînê, êrişa dewleta tirk a bi balafira biçek a bêmirov (SÎHA) li dijî Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş û ajokarê wesayîtê Firat Tûma bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Berîtan Guneş, Kamûran Tanhan, George Aslan û berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û gelek endamên her sê partiyan beşdarî daxuyaniya li ber avahiya HDP’a Mêrdînê hate lidarxistin bûn.    ‘TIRKIYE KURDAN HEDEF DIGIRE’    Hevserokê DBP’ê yê Bajêr Şerafettîn Aslan êrişa pêk hatî şermezar kir û wiha got: “Her çiqas Komara Tirkiyeyê bibêje ‘Em ne li dijî kurdan li dijî terorîzmê ne jî’ bi awayekî vekirî kurdan hedef dike û qetil dike.”   Guneş a pişt re axivî jî destnîşan kir ku roj nîne li dijî kurdan êriş neyê kirin û wiha got: “Li Rojava Tirkiye siyasetmedarên kurd hedef digire û qetil dike. Bi qetilkirina Yûsra û hevalên wê paradîgmaya jina azad hedef tê girtin. Her çi dibe bila bibe em li pişt paradigmaya azadiya jinê ne.”   LI TIRKIYEYÊ BANGA JI ROJAVA DERKEVE HATE KIRIN   Kamûran Tanhan ê herî dawî axivî jî bi lêv kir ku êrişa li dijî kurdan hatiye kirin li qada navnetewî jî sûc e û wiha got: “Yûsra Derwêş bal kişandibû tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan. Em difikirin ku ji ber vê yekê hedef hatiye nîşandan. Dîsa pejirandina cezayê Garîbe Gezerê yê li Dadgeha Bilind hatiye pejirandin jî mînaka vê yekê ye. Tirkiye bi taybetî kurdan û jinên kurd hedef digire. Mirîşkeke Tirkiyeyê jî li başurê Kurdistanê û Rojava nîne, ji ber wê yekê em dixwazin ku Tirkiye ji wan deran derkeve.”