Partiya Çepên Kesk xwest Meclis têkildarî dersa kurdî lêkolînê bike 2023-06-21 16:51:55   ENQERE - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Cengîz Çîçek têkildarî êrişên li dijî kurdî û hewldanên bêerkkirina dersên hilbijartî yên kurdî xwest Meclis lêkolînê bike.    Parlamanterê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Cengîz Çîçek têkildarî zimanê kurdî pêşnûmeya lêkolînê da Meclisê. Di hinceta pêşnûmeyê de Çîçek anî ziman ku hewl dan heye ku dersên bi kurdî bi awayekî fiîlî bên bidawîkirin, dersên bi kurdî bên bêkêrkirin. Çîçek, diyar kir ku li dijî kurdî zextên sîstematîk hene û ev tişt anî ziman: “Li Tirkiyeyê yek ji zimanên herî zêde rastî zext û pişaftina piralî û sîstematîk tê jî kurdî ye. Astengiyên makeqanûnî û polîtîk ên li pêşiya bikaranîna zimanê kurdî di qada cemaweriyê de, ji destpêka komarê heta niha didomin. Di serî de perwerdeya bi zimanê dayiê, hemû daxwazên gelê kurd tune tên hesibandin.”    PEYMAN BI BÎR XIST    Çîçek, destnîşan kir ku mafê her zarokekî heye ku perwerdeyê bi zimanê dayika xwe bibîne û bal kişand ser Peymana Têkildarî Mafên Zarokan ku vî mafê navborî diparêze. Çîçek, wiha domand: “Lê Tirkiyeyê ji bo xalên 17,29 î 30’ê yên peymanê îhtiraz daniye. Bi vê yekê re helwesta xwe ya li dijî perwerdeya bi zimanê dayikê jî nîşan daye. Heta niha hewl didin dersa hilbijarî ya kurdî jî ji holê rakin. Di dema dersên hilbijarî de bi taybet jî midûrên dibistanan, midûrên perwerdeyê yên bajar û navçeyan hewl dan xwendekar berê xwe bidin dersên cuda. Zextekî wiha hate kirin û nedîtina mamoteyan jî weke hincet nîşan dan. Lê em bûn şahid ku zextê li mamosteyên kurdî ku hejmara wan kêm e dikin ku bikevin dersên cuda. Weke ku li ser çapemeniyê jî tê dîtin, li gel ku xwendekar dersa kurdî hildibijêrin jî ji vê derfetê mehrûm tên hiştin.”    POLÎTÎKAYÊN PIŞAFTINÊ DIDOMIN   Çîçek, got ku bandora atmosfera siyasî, tayînkirina hejmareke kêm a mamosteyên kurdî, xelet agahdarkirina rêveberên dibistanan, guherandina tercîhên xwendekar/malbatan, derxistina dersa Ziman û Zaravayên Dijîn a ji dersên hilbijêrî, bi taybet jî li bajarên rojavayê welêt fikara teşhîrkirinê, peyda nekirina materyalên dersê û nêzikatiya hikûmetê ya li hemberî kurdî nîşan dide ku sepanên qedexeker û polîtîkayên pişaftinê yên li dijî kurdan didomin.    DAXWAZA LÊKOLÎNA MECLISÊ    Pêşnûme wiha bi dawî dibe: “Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan divê midûrên dibistanan bên agahdarkirin. Divê pêşiya rewşên neyînî were girtin. Divê hejmara mamosteyên kurdî were zêdekirin û bi taybet jî li bajarên mezin ên kurd zêde lê dijîn pêdiviya bi mamosteyên kurdî were pêşwazîkirin. Her wiha divê pirtûk û materyalên ji bo dersa kurdî bên pêşxistin û peydakirin. Ji bo vê mijarê jî lêkolîna Meclisê girîng e.”