Danişîna doza jinên ku di 1'ê Îlonê de hatibûn binçavkirin hat taloqkirin 2023-06-21 17:32:15       STENBOL- Danişîna doza 100 jinî ku ji ber tevlî çalakiya 1'ê Îlonê bûbûn tên darizandin, hat taloqkirin. Beriya danişînê jinan daxuyanî dan û bal kişandin ser têkoşînê.    Ji ber çalakiya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku li Kadikoya Stenbolê hatibû lidarxistin, 100 jin rastî êrişa polîsan hatibûn û hatibûn binçavkirin. Bi îdiaya ku "guh li hişyariyê nekirine û belav nebûne" doz li wan hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê îro li Dadgeha Ceza ya Asliye ya 17'an a Anadoliyê ya Stenbolê hat lidarxistin. Jinan beriya danişînê li ber edliyeyê daxuyanî da.    Di daxuyaniyê de ewilî parêzer Eda Onal axivî. Onalê bilêv kir ku jinên ku ji bo aştiyê li hev kom bûne bi fermana desthilatê hedef hatine nîşandan û mafên wan ên destûra bingehîn hatine astengkirin. Onalê bal kişand ser mutalaaya dozger û îdianameyê û got: "Ne hewce ye tu welatî ji bo civîn û xwepêşandanên aştiyane destûrê ji meqamekê bixwaze. Ev yek, mafê her kesî ye û bi qanûnan hatiye diyarkirin."   Onalê destnîşan kir ku mutalaa û îdianameya hatiye amadekirin nayê qebûlkirin.    Paşê Hevseroka HDP'a Stenbolê Îlknûr Bîrol axivî. Bîrolê jî anî ziman ku roja bûyerê bi awayekî kêfî hatine binçavkirin û ya tê darizandin mafê mirovan e. Bîrolê destnîşan kir ku ew feraseta ku mafê mirovan binpê dike şermezar dikin û bal kişand ser berxwedan û têkoşînê.    Piştî daxuyaniyê jin ketin hundirê hêwana danişînê. Gelek kesên doz li wan hatibû vekirin û parêzerên wan tevlî danişînê bûn. Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û paşê 75 kesan parastina xwe kir.   Piştî parastinan şandeya dadgehê ji bo kesên ku parastina xwe nekirine parastina xwe bikin, danişînê taloqî 11'ê Cotmehê kir.