Ji AYM’ê bo 9 partiyên siyasî venêrîna darayî 2023-06-22 10:20:15   ENQERE - Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo 9 partiyên siyasî venêrîna darayî kir û biryar da ku derheqê berpirsên Partiya Tevgera Komunist a Tirkiyeyê de serlêdana sûc were kirin.    Biryarên venêrîna darayî yên Dadgeha Destûra Bingehîn ên têkildarî 9 partiyên siyasî, di Rojnameya Fermî de hatin weşandin. Li gorî biryaran; venêrînên darayî yên Partiya Heq û Azadiyan ên salên 2018 û 2019’an, yên Partiya Tevgera Komunist a Tirkiyeyê ya sala 2018’an, ya Partiya Esnaf û Cotkaran, Partiya Tevgera Kedkar, Partiya Çep a Demokratîk, Partiya Demokrat, Partiya Rêya Rast, Partiya Cîhanê û Partiya Piranîparêz ên sala 2019’an hatin kirin.    AYM’ê biryar da ku hesabên teqez ên partiyên navborî li gorî agahî û belgeyan rast in û li gorî Qanûna Partiyên Siyasî ya hejmar 2820’a ye.    BIRYAR DA KU SERLÊDANA SÛC WERE KIRIN    AYM’ê diyar kir ku venêrîna darayî ya sala navborî ya Partiya Tevgera Komunist a Tirkiyeyê jî guncav e. Lê belê bi sedema ku agahiyên têkildarî rêxistinên 5 bajaran bi awayê tê xwestin nehatine dayîn, ji bo kirariya qanûnî were kirin biryar da ku li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê serlêdana sûc were kirin.