Doza nûçegihanên Vice News hat taloqkirin 2023-06-22 11:54:31   AMED - Danişîna doza nûçegihanên Vice News Jacop Philip John Gingell Hanrahan û Philip John Pendlebury tên darizandin bi sedema ku wergera îfadeyên wan ji aliyê Wezareta Dadê ve nehatiye şandin, hat taloqkirin.    Nûçegihanên Vice News Jacop Philip John Gingell Hanrahan û Philip John Pendlebury, wergerê wan Muhammed Îsmaîl Resûl û ajokarê wan Abdurrahman Dîrekçî di sala 2016’an de li Amedê hatibûn binçavkirin û piştî demek girtî man hatibûn berdan. Danişîna doza ku rojnamevan, wergêr û ajokar jê tên darizandin li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Bi îdiaya “bi xwestin û zanebûn alîkariya rêxistinê kirine û endamên rêxistnê ne”, “muxalefetiya qanûna pêşîlêgirtina fînansmaniya terorîzmê” û “paropaganda rêxistinê” tên darizandin. Parêzerên wan Mehmet Emîn Çoban di danişînê de amade bû.   Bi rêya îstînabeyê di 29’ê mijdara 2022'yan de îfadeyên Hanrahan û Pendlebury ji bo were wergêrkirin şandibûn Wezareta Dadê. Şandeya dadgehê diyar kir ku wergêra ku xwestine hê nehatiye û bi vê sedemê heta ku wergera îfadeyan were û ji bo temamkirina kêmasiyên di dosyeyê de danişîn taloqî 14’ê mijdarê kir.