Şenyaşar: Divê berpirsyarên mirina zarok Dakak hesabê bidin 2023-06-22 13:49:36   RIHA - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar bal kişand ser mirina zarokê 12 salî Abdulbakî Dakak ku cenazeyê wî li rex medreseyeke qaçax hatibû dîtin û wiha got: “Divê kesên bûne sedema mirina vî zarokî û kesên xemsariya wan tê de heye, li pêşberî darazê hesabê bidin.”    Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar, li meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Şenyaşar, bal kişand ser mirina biguman a zarokê 12 salî Abdulbakî Dakak ku cenazeyê wî li rex medreseya qaçax a bi darê zorê şandibûnê û komkujiya 14’ê hezîrana 2018’an a il dijî malbata wan. Şenyaşar, bertek nîşanî daxuyaniya Walîtiya Rihayê ku digot; “Xwe hilayîstiye û întîhar kiriye” da û ev tişt anî ziman: “Divê jiyana mirovan li welatê me ewqas erzan nebe. Mafê jiyanê, mafê herî pîroz e. Divê kesên bûne sedema mirina vî zarokî û xemsariya wan tê de heye, li pêşberî darazê hesabê bidin.”    Bi domdarî Şenyaşar da zanîn ku li Rihayê bi dehan medreseyên venihêrîn li ser nayê kirin hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wezareta Perwerdeyê ya Neteweyî û walîtî têkildarî mijarê sererastkirinên pêwîst nakin. Lewma jî ji vir û şûnde ji hemû bûyer û mirinên li van medreseyan çêdibin, yekser ew berpirsyar in. Weke parastvanên mafên mirovan em jî dê vê dozê ji nêz ve bişopînin.”    ‘PARÊZBENDIYA WÎ RABÛ LÊ HÊJ ÎFADEYÊ WÎ JÎ NEGIRTINE’    Şenyaşar, bi bîr xist ku di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî kargeha wan kirine û bav û du birayên wî qetil kirine. Şenyaşar, wiha domand: “Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujiyek tê kirin. Li gel ku parêzbendiya kesê komkujî organîze kirî, teşwîq kirî û nehiştî hêzên ewlekariyê peywira xwe pêk bînin rabûye jî, hêj jî nehatiye girtin. Heta hêj îfadeyê wî jî negirtine. Li vê derê dîmenekî wesayîta polîsan heye. Kesê ji bo komkujiyê teşwîq dike, xizmên xwe digire û wan araste dike. Piştî komkujiyê jî destên xwe dihêjîne û ji nexweşxaneyê derdikeve.”    ‘HER MIRINEKE LI GIRTÎGEHAN CÎNAYET E’   Di berdewamê de Şenyaşar bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan û axaftina xwe wiha qedand: “Her mirina li girtîgehan, cînayetek e. Têkildarî vê mijarê em careke din bang li Wezareta Dadê dikin. Divê têkildarî girtiyên nexweş tavilê sererastkirin were kirin û girtiyên nexweş bên berdan. Bi hezaran siyasetmedar, rojnameger û parêzerên di girtîgehan de li benda edaletê ne. Parlamenterek hêj niha jî di girtîgehê de tê ragirtin. Ev yek ji bo Tirkiyeyê şermekî hiqûqê ye. Min li ser deriyê odeya xwe ya li Meclisê edalet nivîsandiye. Deriyê me ji bo her kesê li ser vê xakê rastî bêedaletiyê tê vekirî ye. Em spasiya her kesên têkoşîna me ya edaletê dişopînin û di vê têkoşînê de piştgiriyê didin me dikin.”