Li Bismilê agir bi çewliga mirîşkan ket: 12 hezar û 500 mirîşk mirin 2023-06-22 18:06:10   AMED - Li Bismilê agir bi çewliga mirîşkan ket. Di şewatê de 12 hezar û 500 mirîşk mirin û 18 hezar mirîşk jî tên dermankirin.    Li gundê Embarê yê navçeya Bismil a Amedê agir bi çewliga mirîşkan a Fîkret Salikyuz ket. Agir duh bi şev bi çewligê ket û di demeke kurt de berbalv bû. Piştî îxbarê agirkuj û cendirme sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Agirkujan di 2 saetan de agir tefand.    Li gor lêkolîna hatiye kirin ji 52 hezar mirîşkên di çewlikê de 12 hezar û 500 jê mirine. 18 hezar mirîşkên ku bandor ji duxanê girtine jî ji aliyê beytaran ve hatine dermankirin. Hat diyarkirin ku zirara Salikyuz li dor 4 milyon TL'yî ye û sedema şewatê tê lêkolînkirin.