Ji Kizilayê sosretî: Hûn xizmê şehîdan in? 2023-06-23 09:00:43   MELETÎ - Mexdûrên erdhejê yên Meletî ku zêdetirî 4 meh in di konan de dijîn bi lêv kirin ku pirsgirêka wan a ava paqij hê nehatiye çareserkirin. Mexdûrek erdhejê ji bo konteyner bigire li Kizilayê geriyaye û Kizilayê ji wan pirsa "Hûn xizmên şehîdan in an na?" kiriye.     Yek jî bajarê di erdhejên navenda wan Mereş bû de bandor li ser Meletiyê jî kir. Li Meletiyê zêdetirî 4 meh in tevî ku bi ser erdhejê re derbas bûye jî hê pirsgirêkên mexdûrên erdhejê nehatine çareserkirin. Mexdûrên erdhejê yên ku xaniyên wan hilweşiyane an jî xesareke mezin li xaniyên wan bûne, zêdetirî 4 meh in di konan de dijîn û bi germahiya havîne re pirsgirêkên wan jî zêde bûne û bi di şert û mercên zehmet de dijîn. Hê jî pirsgirêka ava paqij a li navenda Meletiyê nehatiye çareserkirin. Her wiha pisporên tenduristiyê jî bi gelek daxuyaniyan destnîşan kirin ku konbajar ji şert û mercên paqijiyê re ne guncav in û divê ji bo demekê kin mexdûrên erdhejê heta xaniyên wan tên çêkirin derbasî konteyneran bibin. Lê tevî bangawaziya pisporên tenduristiyê û pirsgirêkên mexdûran jî hê pêdiviyên wan konteyneran bicih nehatine.    Maxdurên erdhejê yên jin ku di konbajarên navçeya Yeşîlyurtê ya Meletiyê de dimînin derbarê pirsgirêkên ku pê re rûbirû mane ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn û bi lêv kirin ku pirsgirêka wan a ava paqij heye, di heman demê de jî êdî kon nikarinê pêdiviya wan a parastinê pêk bîne û xwestin ku konteyner li wan bên belavkirin.   'JI BO NEXWEŞIYA MIN KON NE GUNCAV IN'   Mesdûra erdhejê Fadîme Akdemîr (51) anî ziman ku di erdhejê de xaniyê wan xesareke mezin dîtiye û ev 2 rojan tevî berf û baranê li derve mane piştre jî 15 rojan di dibistanê de mane. Akdemîr bi lêv kir ku piştî ew demekê li dervayî bajêr mane hatine Meletiyê û wiha got: "Kon ji bo tenduristiya min ne guncav in jî ez di kon de dijîm. Nexweşiya min a omorîlîkê û gurçikan heye. 10 sal in nexweşiya omorîlîkê li min heye. Piştî erdhejê jî gurçikên min zatûre bûn. Ji ber nexweşiyê divê ez di şert û mercên paqij de bijîm lê kon ji bo nexweşiya min dibe sedema xetereyan. Ji bo konteynerê me serî li AFAD'ê da lê ji me re tu konteyner derneketin. Di konan de xetereya enfeksiyonê heye ji ber wê ez nikarim di konan de bijîm, dibe ku nexweşên weke min pir bin ji ber wê divê êdî konteyner bên pêydakirin û heta xanî tên çekirin em derbasî konteyneran bibin."   'HETA KENGÎ EM Ê DI KONAN DE BIJÎN?'   Mexdûra erdhejê Zeynep Buyuktaş jî diyar kir ku piştî erdhejê tevî berf û baranê ew li derve mane û wiha got: "Hefteyekî em li derve rezîl bûn. Pişt re em derbasî konbajaran bûn û heta niha em di konan de ne. Xaniyê me jî xeserekê mezin dît hê jî me tirsa erdhejê ji ser xwe neavetiye. Daxwaza me ev e ku pirsgirêka me ya parastinê bê çareserkirin. Divê demildest xanî bên çekirin. Heta kengî em ê di konan de bijîn?"   'PIRSGIRÊKA AVÊ HÊ NEHATIYE ÇARESERKIRIN'   Mexdûra erdhejê Zeynep Gokçe jî da zanîn ku ji erdhejê ve ew bi zarokên xwe re di kon de dimîne û got: "Di erdhejê de xesarek mezin li xaniyê me bû. Ji ber vê yekê em niha di konan de ne. Piştî erdhejê ava paqij nehatiye. Pirsgirêka avê hê nehatiye çareserkirin. Kon ne paqij in, di konan de pirsgirêka paqijiyê heye. Çend roj berê jî lingê keça min şikest. Nikare derkeve derve lê ji ber germahiya havînê meriv nikare di konan de jî bimîne. Gelo wê heta kengî wisa bidomê em jî nizanin. Heta kengî milet dê di konan de bimînin. Bila werin çend rojan bi xwe di konan de bimînin, dikarin bijîn an nikarin. Me muracata konteynerê kir, em li Kizilayê geriyan gotin, hûn xizmên ‘şehîdan in’ an na? Yanî ji bo konteyner bidin me em mecbûr in xizmên ‘şehîdan’ bin.”    MA / Mahmut Altintaş