Leşkerek ku di şer de birîndar bûbû mir 2023-06-23 13:31:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Ozcan Kaya yê bi peymantiyê leşkeriyê dikir û di şerê li dijî başûrê Kurdistanê de birîndar bûbû, mir.   Hat ragihandin ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên başûrê Kurdistanê bi dijwarî berdewam dikin û şerê dijwar pêk tê. Di 15’ê hezîranê de li herêmên navborî, Ozcan Kaya yê bi peymanî leşkeriyê dikir di şer de birîndar bû û wî rakiribûn nexweşxaneyê. Hat zanîn ku Kaya yê ku li nexweşxaneya dihat tedawîkirin, mir.