Li rojnamegerên li dijî girtina hempîşeyên xwe derketin doz hate vekirin 2023-06-23 14:06:23     ENQERE - Bi sedema ku girtina hempîşeyên xwe protesto kirin, derheqê rojnameger Denîz Nazlim, Sîbel Yukler û Yildiz Tar de doz hate vekirin.    Di 16’ê tîrmeha 2022’yan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê de gelek rojnameger hatibûn binçavkirin û ji wan 16 jê hatibûn girtin. Dema rojnameger Denîz Nazlim, Sîbel Yukler û Yildiz Tar girtina hempîşeyên xwe protesto dikirin, polîsan êriş bir ser, derb kirin û binçav kirin. Bi sedema ku girtina hempîşeyên xwe protesto kirine, derheqê rojnameger Denîz Nazlim, Sîbel Yukler û Yildiz Tar de bi îdiaya “Muxalefeta li Dijî Qanûna Hejmar a 2911 a Civîn, Meş û Xwepêşandanan” doz hate vekirin.    Koma rojnamegeran di 5’ê tîrmeha 2022’yan de li Qada Ulusê hate ba hev. Lê rastî êrişa polîsan hat û hatin binçavkirin. Rojnameger, di heman rojê de piştî îfadeya li midûriyeta emniyetê hatin berdan. Li gorî nûçeya Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA); dozgerê ku lêpirsînê birêve dibe, îdianameya xwe temam kir. Dozger, di îdianameyê de ji bo rojnamegeran pênaseya “Şexsên li pey hev tên qadê” bi kar anî. Îdianame ji hêla 71’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Enqereyê ve hate qebûlkirin.    Danişîna dozê dê di 9’ê çileya 2024’an de bê lidarxistin.