Tarim Orkam-Sen çû serdana Emîne Şenyaşar 2023-06-23 14:28:10   RIHA - Serokê Giştî yê Tarim Orkam-Senê Ahmet Keleş di roja 823’yemîn a Nobeta Edaletê de çû serdana Emîne Şenyaşar. Keleş, di serdanê de wiha got: “Heta ku encamek ji lêgerîna edaletê ya dayika Emîneyê dernekeve li vî welatî kesek nikare qala edalaet û hiqûqê bike.”    Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 823’yan de didome. Dayika Emîne Şenyaşar di saetên serê sibehê de ji mala xwe ya li Pirsûsê hate navenda Rihayê û li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kir.    Emîne Şenyaşar li bariyerên qada weke “Quncikê edaletê yê Malbata Şenyaşar” tê pênasekirin pankarta “Ev 5 sal in em edaletê dixwazin” hilayîst. Serokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê yên Çandinî û Baskê Daristanvaniyê (Tarim Orkan-Sen) Ahmet Keleş û endamên şaxa sendîkayê yên Rihayê hatin serdana Şenyaşar. Keleş di serdanê de axivî û wiha got: “Me gelek caran got ku heta encamek ji lêgerîna edaletê ya dayika Emîneyê dernekeve li vî welatî kesek nikare qala edalaet û hiqûqê bike. Em vê çalakiyê, vê seknê û vê têkoşîna edaletê silav dikin. Dê piştevaniya me ya bi malbatê re heta dawiyê bidome.”    Endamên sendîkayê piştî daxuyaniyê bi Emîne Şenyaşar re nobet girtin.