Îdianameya rojnamevan Gok hat qebûlkirin: Nûçeyên wî sûc hatine hesibandin 2023-06-23 17:30:47       AMED- Îdianameya ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û propagandaya rêxistinê" der barê rojnamevan Abdûrrahman Gok de hat amadekirin, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê ve hat qebûlkirin.    Îdianameya der barê edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdûrrahman Gok de ku di 25'ê Nîsanê de di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê ve hat qebûlkirin.    NÛÇEYÊN GOK SÛC HATINE HESIBANDIN   Îdianame ji 14 rûpelan pêk tê û û di 3 rûpelên wê yên ewil de behsa KCK'ê hatiye kirin. Di 3 rûpelên piştî her sêyên ewil de jî îfadetên şahidê eşkere Umît Akbiyik hene ku sûd ji "qanûna poşmaniyê" girtiye.    Di îdianameyê de nûçeyên Gok ên der barê pirtûka "Kobanê Dîrenîşînîn Guncesî" ya Sefkan Kobanê, pirtûka "Ûçûrûm Çîçeklerî" ya Îbrahîm Kaya û pirtûka "Dag-i Devran" ya Harûn Dogan de sûc hatine hesibandin.    Her wiha nûçeya der barê nameya girtiyê astengdar Ahmet Kisa de (guhên wî nabihîsin û nikare biaxive) ya ji bo dêya xwe Elîf Kisa ya 70 salî nivîsandibû jî sûc hatiye hesibandin.    Pirtûkên ku di avêtina ser mala Gok de hatibûn desteserkirin jî sûc hatine hesibandin.    Di îdianameyê de tê xwestin ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" ji 7 sal û 6 mehan heya 15 salan û bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" jî ji salekê heya 5 salan ceza li Gok bê birîn.    Danişîna ewil a doza Gok dê di 14'ê Îlonê de bê lidarxistin.