Hejmara zêde ya amûrên birîna sînyalê li Şirnexê jiyana gel ditevizîne 2023-06-24 09:04:55 ŞIRNEX - Li Şirnex û navçeyên wê ji ber hejmara zêde ya birîna sînyalê, endezyar nikarin cîhanên xwe yên pîvandina erd bi kar bînin û di mijara şebekeyê de jî welatî zehmetiyan dikêşin. Endezyarê Nexşeyê Salih Basan diyar kir ku ji ber van amûran nikarin bixebitin û tevî hewldanên wan jî pirsgirêk nayê çareserkirin.    Hejmara zêde ya jammeran (amûra sînyalê dibire) ên li bajarên bakurê Kurdistanê, bandoreke neyînî li ser jiyan û kar û barê xelkê herêmê dike. Yek ji bajarên ev pirsgirêk herî zêde lê tê jiyîn jî Şirnex e. Şirnex, bi sala ye weke herêma rêveberiya taybet tê birêvebirin û hema hema li her quncikê bajar jammer hatine bicihkirin. Tevî hemû gilî û gazincên xelkê bajar jî ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Ji ber van amûran, hem di hêla şebekeyê de welatî pirsgirêkan dijîn û hem jî bandoreke neyînî li ser karên cuda jî dike. Endezyarên nexşeyê jî yek ji wan karan e ku jê bi neyînî bibandor dibe. Ji ber ku erd nayên pîvandin, gelek caran di navbera malbatan de şer derdikevin.    Endezyarê Nexşeyê Salih Basan têkildarî pirsgirêkê bi ajansa me re axivî.    'EM NIKARIN ERD BIPÎVIN’    Basan, diyar kir ku hebûna sînyalên zêde ya jammeran bandoreke neyînî li bajêr dike û wiha got: “Xetên telefonê, kontrolên wesayîtan û heta sînyalên pêlîstokan jî bi awayekî normal naxebitin. Sedemê vê jî herêma Şirnexê di bin navê tedbîrên ewlehiyê de ye. Her hêzeke ewlehiyê dema jammeran vedike, ev pirsgirêk li tevahiya bajar belav dibe. Bi qasî ewlehiyê, mafê ragihandinê jî girîng e. Bi taybet jî di dema pîvana erd û kadastroyê de pir girîng e. Nexwe mirov nikare erd baş bipîve. Hemû saziyên fermî bi vî rewşê dizanin lê çareser nakin. Endezyar divê hewl bidin bi rêbazên berê vê mijara pîvandina erd çareser bikin.”    'PÎVANDINÊN ŞAŞ DÊ RÊ LI BER KARESATÊN MEZIN VEKIN’   Bi domdarî Basan da zanîn ku ev rewş bandorê li hemû saziyên li herêmê jî dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pîvandinên herêmî bi alîkariya polîgon û sêgoşeyên ku Midûriyeta Kadastroyê yên ji demên berê ve hatine avakirin, tên kirin. Pîvandin, bi koordînatên 1-2 kîlometreyan ji dûr ve tên kirin. Cih bi cih 3-4 km. Lê mixabin bi van pîvanan mimkin nîne mirov van pîvanan kontrol bike. Xeletiya 5 cm ya ku bi pergala veguhestina ji dûr ve hatiye çêkirin, dikare di 2 km’yan de bigihije 5-10 metreyan. Mixabin li Şirnexê di warê erdan de nehevsengiyek heye û erd pir binirx e. Lewma xeletiyên tên kirin û sepanên xelet dibin sedema karesatên mezin. Saziyên weke Midûriyeta Kadastroya Şirnexê, şaredarî, DSÎ, Midûriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê, û AFAD jî ji vê pirsgirêkê bandor dibin. Hem hemwelatî mexdûr dibin û hem jî îtîbara şîrketê xera dibe.”   'PIRSGIRÊK BANDORÊ LI AMÛRÊN NAVÎGASYONÊ JÎ DIKE'   Bi domdarî Basan anî ziman ku ev rewş bandorê li pompeyên ku betonên di înşaetan de dirijînin û amûrên navîgasyonê jî dike û wiha pê de çû: “Her wiha li şûna traktorên ku ji bo çandiniyê tên bikaranîn, bi taybetî li Silopiya û Cizîrê daxwazên dermanên derziyê bi balafirên bêpîlot nayên bicihanîn. Li herêmên ku ji bo çandiniyê guncave jî tu cîhazên pêşketî nayên bikaranîn. Traktor û balafirên bêmirov ên ku ji aliyê îstîxbaratê ve tên destekkirin, bi tu awayî nayê hiştin ku bê bikaranîn. Li tevahiya cîhanê amûrên popûler ku kar sivik dikin tên bikaranînlê mixabin li herêma me bi rêbazên berê tên bikaranîn. Pirsgirêka heyî bandorê li amûrên navîgasyonê jî dike. Hûn li navenda Şirnexê ne lê ji nişka ve di navîgasyonê de hûn xwe kolaneke Enqereyê de dibînin.  An jî dikare 2 kolanan li jêr nîşan bide. Heman pirsgirêk bi pompeyên ku di avahiyan de beton dirijînin jî derdikeve pêşiya me û ev dibe sedemê qezayên kar.”   'HEKE ERD RAST BÊN PÎVIN DÊ EV ŞER DERNEKEVIN'   Endezyar Salih Basan, da zanîn ku pîvandina rast a erdê heman demê de dikare pêşî li pêvçûnên navbera malbatan de jî bigire û axaftina xwe qedand: “Pêvgirêdana pîvandinê bi şerê malbatan re xelete. Lê ev jî yek ji wan sedema ye. Şerê navbera malbatan de bi giştî pirsgirêkên berê ne û ji  pîvandinên şaş derdikeve holê. Di encamên dadgehê yên nebaş an jî bi navê darayî, em dikarin bibêjin ku ji ber sedemên wekî ku li ser navê kesekî din bi xeletî hatine tomarkirin, dibe ku xeletî û pêşiyê li van şeran vedike."   MA / Zeynep Durgut