ÎHD: Dawî li qedexeya Galatasarayê bînin 2023-06-24 14:50:22   EDENE - Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Yakûp Ataş ê bertek nîşanî astengkirina Dayikên Şemiyê da, xwest ku dawî li qedexeya Qada Galatasarayê bê anîn.   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê, têkildarî têkoşîna Dayikên Şemiyê li ber Bîrdariya Aştiyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya çapemeniyê ya gelek kes tev li bûn de Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Yakûp Ataş axivî. Ataş, bi bîr xist ku tevî biryara binpêkirinên mafan a Dadgeha Destûra Bilind ji hefteya 700’an ve Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê hatiye qedexekirin û wiha got: “Îro di hefteya 952’yan de dayik ji aliyên hêzên ewlehiyê ve bi kelemçeya bi paş ve û îşkenceyê hatin binçavkirin. Navê van dayikan e Dayikên Şemiyê.”   ‘BILA QEDEXE BÊN BIDAWÎKIRIN’    Ataş, da zanîn ku ev pêkanîn rasterast êrişeke mafên mirovan ku divê ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve bên parastin e û wiha berdewam kir: “Em dest ji windakiriyên xwe, lêgerîna edaletê û Galatasarayê bernadin. Em bang dikin ku qedexeya Galatasarayê ku ev 5 sal in bi awayekî keyfî berdewam dike bê bidawîkirin.”