Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolîn û Arşîvê hat vekirin 2023-06-24 20:34:00   SILÊMANÎ- Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolîn û Arşîvê hat vekirin. Endama Lijneya Rêveber a pirtûkxaneyê Gulan Bextyar bal kişand ser afirandin û rengên jinan û got: "Em hay jê hene ku berxwedan peywirek e."   Xeyalên endama Navenda Lêkolîna Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel ku di 4’ê cotmeha 2022’yan de li bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistana Federe ku ji bo Pirtûkxaneya Jinên Kurdistanê lê dixebitî hate qetilkirin, pêk tên. Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolîn û Arşîvê ya Akarselê di çarçoveya projeye de demekî dirêj xebata wê meşand îro bi aktîvîteyekê li Silêmaniyê hat vekirin. Ji Başûr, Bakur, Rojava, ROjhilat, Şengal, Almanya û Spanyayê nêzî 300 jin tevlî aktîvîteyê bûn.   Piştî rêzgirtinê Endama Lijneya Rêveber a Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolîn û Arşîvê Gulan Bextyar axivî.    Bextyarê jinên kedkar û beşdar silav kirin û got: "Em dizanin ku berprisiyariya me berprisiyariyeke giran e, lê em hay jê hene ku şert û merc çi bin jî berxwedan peywirek e. Hem peywireke exlaqî û wijdanî ye hem jî helwesteke hişmendiyî ye. Ji bo serketina demokrasiyê em hewl didin vê peywira xw ebi cih bînin. Xwedîderketina li afirandin û rengên jinan û parastina vê navenda bîrê gelekî girîng e. Lewma em malavayiya hemû dost û mêvanên xwe yên ku îro hatine vir dikin.    Di çalakiyê de sînevîzyonek hat nîşandan. Di sînevîzyonê de xebatên Nagihan Akarselê yên ji bo pirtûkxaneyê hatin nîşandan. Piştî sînevîzyonê komeke muzîkê ya jinên başûrî derket ser dikê. Piştî konserê, dîmenên jinên li Ewropayê yên nikaribûn tevlî bernameyê bibin hatin nîşandan.    Bername bi stranên hunermenda rojhilatî Jîna Sakizê bi dawî bû. Di bernameyê de dirûşmeya "jin, jiyan, azadî" hat berzkirin.