Berdana wî 5 caran hatibû taloqkirin: Li girtîgehê pêkanînên dîlgirtinê tên meşandin 2023-06-25 09:00:34 MELETÎ - Erdal Tûncel ku berdana wî 5 caran hatibû taloqkirin, wiha got: "Tevî ku cezayê girtiyan diqede jî bi hincetên li dijhiqûqî nayên berdan. Ji ber vê meriv nikare vê yekê weke 'şewitandina înfazê' pênase bike, ev dîlgirtin e."  Piştî qanûna nû ya înfazê ya girtîgehan bi hincetên keyfî yên Lîjneya  Îdare û Çavdêriyê ya girtîgehan berdana girtiyên siyasî tê taloqkirin û tevî cezayê wan qediyayê jî nayên berdan. Tevî serdan û çalakiyên li dijî vê pêkanînê jî pirsgirêka înfazê ya girtîgehan her diçe kûrtir dibe. Yek ji van girtiyan jî Erdal Tûncel bû. Berdana Tûncel 5 caran hatibû taloqkirin. Tûncel ku di sala 2012'an de di çarçoveya doza KCK'ê ya li Elihê de hatibû girtin, 13 sal ceza li wî hatibû birîn. Înfaza cezayê Tûncel 10 sal bûn û diviyabû di di 12'ê adara 2022'yan de bihata berdan, lê ji ber ku înfaza wî bi hincetên cur bi cur 5 caran hat şewitandin, nêzî 2 salan zêde di girtîgehê de mabû. ıbüTûncel ku di 32 saliya xwe de hat girtin û li Elih, Sîncan û Bolûyê di girtîgehê de mabû, di 44 saliya xwe de ji Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F'yê derket.   Tûncel ku piştî 12 salên girtîgehê hat mala xwe ya li gundê Balaban ê navçeya Yazixan a Meletiyê, derbarê binpêkirinên li girtîgehê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    'BI HINCETÊN KEYFÎ GIRTIYAN DÎL DIGRIN'   Tûncel da zanîn ku wî di sala 2014'an de ji dosyeya KCK'ê ya Elihê beraet kiriye, lê heman rojê ji ber dosyeya KCK'ê ya Edeneyê careke din hatiye girtin û 13 sal ceza li wî hatiye birîn. Tûncel anî ziman ku piştî girtîgehên Elih û Sîncanê ew di sala 2016'an de sirgûnî Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F'yê hatiye kirin û der barê taloqkirina înfaza xwe de ev tişt gotin: "Min 13 sal ceza girt, lê ragirtina wê 10 sal bûn. Ez bi awayekî keyfî û dijhiqûqî nêzî 2 sal an dîl hatim girtin. Berê berdanê rewşa girtiyan dihat nirxandin. Lê dema 15 roj ji tehliyeya min re mabû, ji min re gotin 'me xeletî kiriye û bi hinceta me pûandan' nekiriye tehliyeya min taloq kirin. Li gor qanûna înfazê ya nû jî bi hinceta 'tevgera te ne baş e' girtiyan dîl digrin. Ji berê şert û mercên tevgera baş, tunebûna cezayê dîsîplîne bû, lê niha pûandan derxistine û li gor wê jî divê pûanên te di ser 45'an re bin. Yê pûana diyar dike jî rêveberiya girtîgehê ye. Lê rêveberiya girtîgehê tu têkiliya xwe bi girtiyan re tune ye, bi awayekî keyfî pûandanê dike û kêm pûanan dide ku girtiyan saleke din jî di girtîgehê de dîl bigrin. Yanî li ser girtiyan polîtikayeke taybet tê meşandin. Li Girtîgeha Bolûyê gelek girtiyên 30 sal girtî hene, lê nayên berdan. Sedem jî pûanên xwe di bin 45'an de ne. Yanî bi hinceteke keyfî girtiyan dîl digrin. Ji ber vê yekê meriv nikare vê sepanê weke şewitandina înfazê pênase bike. Ev ne şewitandina înfazê ye, ev dîlgirtin e. Divê ez di 12'ê Adarê 2022'yan de bihatima berdan, lê bi awayekî keyfî ez sal û nîvekê dil girtim. Yanî divê raya giştî jî vê sepanê weke, 'şewitandina înfazê' pênase neke û rewa neke."    'TÊKOŞÎNEKE XURT HEWCE YE'   Tûncel destnîşan kir ku li dijî sepana bêhiqûqî ya dîlgirtina girtiyan têkoşîneke xurt hewce ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tu muxatabê me tune bû, em nedibirin lîjneya girtîgehê. Bi serê xwe bi awayekî keyfî em dîl digirtin. Derûnas di rapora xwe de gotiye 'Em nizanin dê li derve sûcekî bike yan na.' Ev hincetek e, car din jî dibêjin ji rêxistinê dûr neketiye, ceyran û av pir xerc kiriye, tevlî qursên girtîgehê nebûye. Yanî bi van hincetan dîlgirtina girtiyan di tu pênaseyeke hiqûqî de tune ye. Her wiha dema van biryaran didin jî bi me re qet naaxivin û pêwendiyê danaynin. Tu muxatab tune ye, her tiş li ser kaxizê ye. Ji ber vê divê li ser vê bêhiqûqiyê bê sekinandin û li dijî vê têkoşîneke xurt bê meşandin."    'LI DIJÎ SEPANÊN BÊ HIQÛQÎ BERXWEDAN PÊŞ DIKET'   Tûncel bi lêv kir ku li dijî sepanên bêhiqûqî wan bi hevaltiyê li ber xwe daye û wiha pê dê çû: "Piştî sala 2016'an sepana tecrîdê li girtîgehan bi awayekî tund hat meşandin. Yên li derve jî rewşa girtîgehan pir baş fêm nekirin. Mînak hê jî dibêjin, 'Înfaza girtiyan hat şewitandin,' lê ev polîtikayeke dîlgirtinê ye, ne şewitandina înfazê ye, lê hevalên li derve vê bêhiqûqiyê weke, 'înfaz hatiye şewitandin' pênase dikin. Di sala 2016'an de dema em çûn Bolûyê hemû mafên me yên hiqûqî ji destê me hatibûn girtin. Bi hinceta ewlehiyê me nikaribû pêwendiyê bi hev re deyne, tu mafê me yê civakî tune bû. Ev polîtika berdewamiya plana şikandinê bû. Girtîgehên Tipa F'yê bi taybetî ji bo tecrîdê hatine çekirin. Lê li dijî van sepanên bêhiqûqî û tecrîdê me ji hevaltiya hev du hêz digirt. Li dijî zextên li derve di hundur de berxwedan û piştevanî jî pêş diket. 5 caran ez dîl hatim girtin. Ya ku hat serê min jî encama polîtikaya şerê taybet e. Li Girtîgeha Bolûyê sepana dîlgirtinê cara yekem ji min dan destpêkirin."   'BI GOTINAN PIRSGIRÊKA GIRTIYÊN NEXWEŞ NAYÊ ÇARESERKIRIN'   Tûncel, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bernedana girtiyên nexweş û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Girtiyên nexweş nayên berdan. Girtiyê nexweş Sitki Pektaş ku li Girtîgeha Sîncanê em bi hev re bûn, li Girtîgeha Tekirdagê ya Tîpa F'ê jiyana xwe ji dest da. Li Girtîgeha Bolûyê girtî Mehmet Alî Çelebî ku 30 sal in girtî ma û em bi hev re girtî bûn, tedawiya wî nehat kirin. Lê gava hat ber mirinê hat berdan lê rojekê li derve ma û jiyana xwe ji dest da. Her wiha Mehmet Hanîfî Bîlgîn ku 30 salan di girtîgehê de ma, beriya temamkirina cezayê wî bi 5 mehan krîzê li dilê wî xist û jiyana xwe ji dest da. Gelek girtiyan bi vî awayî jiyana xwe ji dest da. Zindan bi xwe nexweşî ye, ji ber wê zindan ji bo girtiyên nexweş xetereyeke mezin in. Ji ber vê divê raya giştî ne bi gotinan bi çalakiyan li dijî van bêhiqûqiyan rabe. Bi çend gotinan meriv nikare pêşî li van bêhiqûqiyan rabe. Bi salan e li ser girtiyên nexweş gotin tên kirin, lê pirsgirêk nayê çareserkirin. Ji ber vê divê tiştekî din bê kirin. Bi gotinan çareserî nabe."    MA / Mahmût Altintaş