Cîgirê qeyûm ê ji mirina karkerekî berpirsyar hêj li ser peywira xwe ye! 2023-06-25 09:20:18 ÊLIH - Hat zanîn ku cîgirê şaredarê Êlihê yê bi navê Metîn Gurbuz ku di mirina karker Nûrî Aydin de biqisûr hatibû dîtin hêj jî li ser peywira xwe ye.    Cîgirê Şaredarê Êlihê Metîn Gurbuz ji mirina karkerekî ji sedî 100 biqisûr hatibû dîtin û derheqê wî de lêpirsîn hatibû vekirin. Hat zanîn ku Gurbuz hêj jî li ser peywira xwe ye. Navenda kargehan ku ji hêla Midûriyeta Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Êlihê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin hatibû kirêkirin, di tadîlatê de bû. Hostayê înşaetê Nûrî Aydin jî di tadîlata navenda kargehan de dixebitî û di 8’ê tîrmeha 2021’an di encama qezaya kar de jiyana xwe ji dest da. Têkildarî mirina Kaya lêpirsîn hatibû destpêkirin û lê belê ji ber ku qeyûm Ekrem Canalp destûr nedida, du salan derheqê cîgirê qeyûm Metîn Gurbuz de tu kirarî nehatin destpêkirin.    GURBUZ HÊJ LI SER PEYWIRA XWE YA    Piştî ku qeyûm destûr neda lêpirsîn were desptêkirin, Serdozgeriya Komarê ya Êlihê li 6’emîn Dadgeha Kargêriyê ya Dadgeha Kargêrî ya Herêmê ya Dîlokê îtîraz kir. Dadgehê serlêdan qebûl kir û biryara “nedayîna destûra lêpirsînê” rakir. Dadgeha Îstînafê diyar kir ku delîlên xurt hene ku Gurbuz sûcên weke “Peywira xwe xerab bi kar anî ye”, “Sûcênli dijî pêbaweriya rêvebirina cemaweriyê”, “Zirar gihandiye saziya cemaweriyê” û “Bêyî ku sîgorte û ewlehiya kar hebe karker dane xebitandin û ji ber kêmasiyên di asta qesdê de bûye sedema mirina karkeran”  kiriye. Dadgehê cih da rapora kesê pispor ku dibêje Gurbuz di bûyerê de ji sedî 100 biqisûr e. Piştî biryarê, Serdozgeriya Komarê ya Êlihê têkildarî bûyerê lêpirsîn da destpêkirin. Her wiha di rapor SGK’ê ya têkildarî Gurbuz hatiye amadekirin de jî derket holê ku karên li dijî Qanûna Îhaleyên Cemaweriyê kiriye.    ‘QEYÛM JI BO GURBUZ BÛ MERTAL’   Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz    Derket holê ku Gurbuz ji mirina karkeran berpirsyar e û di raporên SGK’ê de nelirêtiyên wî derket holê lê tevî vê yekê jî hêj li ser peywira xwe ye. Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin bertek nîşan da û got ku qeyûm ji Gurbuz re bûye mertal. Korkmaz, diyar kir ku qeyûm çavkaniyên şaredariyê pêşkeşî alîgirên xwe dike û wiha got: “Gurbuz bêyî ezmûnê bû Midûrê Nivîsgeha Taybet. Û roj bi roj rayeya wî bilindtir bû. 8 midûriyetên din jî dan Gurbuz. Dema li ser peywirê ji mirina karkerekî berpirsyar tê dîtin. Kesê mirî bêyî sîgorte hatiye xebitandin. Bi ser re 2 sal derbas bûn lê hêj lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Qeyûm destûra lêpirsînê neda û piştre jî 8 midûriyet girêdayî hev kirin û Gurbuz kir cîgirê xwe. Polîtîkaya necezakirinê ya dewletê di meriyetê de ye. Ev kes hêj li ser peywirê ye û ev yek tê wateya tunekirina delîlan û mudaxelekirina lêpirsînê.”    GOTINÊN SOYLU BI BÎR XIST    Korkmaz, gotinên wezîrê karên hundir ê berê Suleyman Soylu ku digot “serokkomar xwest û min jî qeyûm tayîn kirin” bi bîr xist û axaftina xwe wiha qedand: “Ew bi xwe li xwe mikûr hat bê ka hinceta tayînkirina qeyûman çawa amade kirine. Vîna gel ji holê radikin û mafê bijartin û hilbijartinê xesp dikin. Tayînkirina qeyûman, xespkirina vîna gel e. Vaye kesekî ji hêla vê zîhniyetê ve hatiye afirandin bûye sedema mirina karkerekî û li şûna darizandinê, 8 midûriyet girêdayî wî hatine kirin. Zîhniyeta ku qeyûman li şaredariyê HDP’ê dikin, niha ji vî kesî re bûne mertal. Divê Gurbuz tavilê ji peywirê were girtin û lêpirsîneke xurt were destpêkirin. Em ê heta dawiyê vê dozê bişopînin. Em vê derhiqûqtiyê qebûl nakin.”    MA / Fethî Balaman