Şahidê Komkujiya Licê: Dibe ku doz betal bibe lê hêj bi dawî nebûye 2023-06-25 11:30:40 AMED - Ji şahidên Komkujiya Licê û Berdevkê Platforma Lice li Edaletê Digere Şiyar Kaymaz bertek nîşan da ku doza komkujiyê ji ber mirina leşkerên bersûc hate betalkirin û wiha got: “Dibe ku doz betal bibe lê hêj bi dawî nebûye.”    Di 22’ê Cotmeha 1993’an de li navçeya Licê Fermandarê Herêmê yê Cendirmeyan ê Amedê Tûggeneral Bahtiyar Aydin hatibû kuştin. Derheqê komkujiyê de doz hatibû vekirin û Fermandarê Alaya Amedê Albay Eşref Hatîpoglû weke bersûc dihat darizandin. Bi mirina Aydin re doz hate betalkirin. Ji şahidên Komkujiya Licê û Berdevkê Platforma Lice li Edaletê Digere Şiyar Kaymaz ku di komkujiyê de zavayê xwe winda kiribû, bertek nîşanî encama dozê da.    XWE DI DAÎREYA KAZANÊ DE VEŞARTIN    Kaymaz, da zanîn ku di dema komkujiyê de xwendekarê dibistana amadehî bû û wiha qala wan rojan kir: “Piştî dengê çekan, bombebaran dest pê kir. Me dît ku helîkopter û balafir difirin. Wê demê her tim gund dihatin şewitandin û me ji ewil got tiştekî wisa dibe. Demek piştre me dît ku dibistana me jî tê gulebarankirin. Di wê navberê de midûrê dibistana me li emniyetê geriya û got; ‘Li vir xwendekar hene û divê em ji vir derkevin.’ Midûrê emniyetê jî jê re got; ‘Em nikarin tu alîkariyan bidin we. Di vê kêliyê de tu kes nikare ji vir derkeve.’ Li ser vê yekê jî 450 xwendekar çûn daîreya kazanê. Her ku dem derbas dibû, dû zêdetir bû. Me dît ku mal tên şewitandin.”    HER DEVER ŞEWITANDIN    Berdevkê Platforma Lice li Edaletê Digere Şiyar Kaymaz   Bi domdarî Kaymaz anî ziman ku saet di 18.00’ê de li ser radyoyê hat ragihandin ku pevçûnek derketiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dibistana em lê diman tam di navenda bûyeran de bû. Bi qasî ku me dîtî ne tu aliyên dijber û ne jî tu pevçûn hebûn. Hevalên me yên ji bo peydakirina xwarinê derketin derve gotin; ‘tevahiya sûkê hatiye şewitandin. Mamoste û xwendekar jî di nav de gelek kes hatine kuştin û li erdê bûn.’ Em bi şev li dibistanê man û piştre bi hev re ji dibistanê derketin. Dema em gihiştin sûka navçeyê leşkeran pêşî li me girtin û raste rast gulebaran kirin. Di wê navberê de polîsekê di lojmanên emniyetê de derket şaneşînê û gule berdan hewa. Got; ‘ew xwendekarin, dev ji wan berdin.’ Li ser vê yekê gule li wî reşandin û neçar ma ku bikeve hundir. Piştre destûr dan ku em biçin malên xwe. Dema em gihiştin malê her kes li benda me bû. Min jî got; ‘her der şewitandine, gelek kuştî hene, Alî yê xwediyê qehwexaneyê miriye.’ Dema min wisa gotî, dayika min ji nişkan ve qîriya. Dayika min got; ‘zavayê me.’ Dema min li cilên xwe nihêrtî, min dît ku guleyekî cilên min kun kiriye û derbas bûye.”    Bi domdarî Kaymaz anî ziman ku leşkeran hewl dane mala wan jî bişewitînin û wiha pê de çû: “Leşker hatin cem mala me û gotin; ‘derkevin em ê malê bişewitînin.’ Leşkerekê din hat û got; ‘hûn dê vê malê neşewitînin.’ Fermandar jî got; ‘Malê neşewitînin, hinek gilêşî bişewitînin û bila dû derkeve. Wê demê bibêjin me şewitand.’ Bi rastî jî wisa kirin. Piştre em birin stadyûma navçeyê. Tevahiya gel li wir kom kirin. Dema em dibirin stadyûmê, me dît ku leşker kargehên me talan dikin û piştre jî dişewitînin. Ez bi xwe bûm şahidê vê.”    DMME’YÊ TIRKIYE MEHKÛM KIR    Di berdewamê de Kaymaz bi lêv kir ku piştî komkujiyê, di sala 1996’an de bi rêya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) serî li dadgehê dane û ev tişt anî ziman: “Doz, piştre jî çû Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Dewlet sûcdar hate dîtin. Wê demê biryar hate dayîn ku alîkariya madî bidin her kesî. Ji bo ku em têkildarî pêvajoya dozê û komkujiyê agahiyên rast bidin raya giştî, me Platforma Lice li Edaletê Digere ava kir. Di girtina dozê de polîtîkaya tunekirin û înkarê ya dewletê heye. Me ev yek di her demê de dît. Di salên 90’î de konsepta tunekirina kurdan hebû. Ev konsept, bi mirina Turgut Ozal re dest pê kir û bi komkujiyên Sêwas, Cizîr, Licê, Pasûr, Nisêbînê berdewam kir. Hemû bûyerên di navbera salên 1993-1994’an de qewimîn, eleqeya xwe bi hev ve heye.”    ‘DOZ BI DAWÎ NEBÛYE’    Kaymaz, diyar kir ku divê kesên komkujî organîze kirine derxînin holê û siyasetmedar û burokratên berpirsyartiya wan tê de heye hesabê bidin. Kaymaz,a xaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pirsgirêka me bi burokrasiyê re ye. Felsefeya platforma ne tolhildan e. Dîtina muxataban û birêvebirina pêvajoya heqîqetê ye. Divê dewlet dev ji polîtîkaya necezakirinê berde. Vê pêvajoyê bi vî rengî dimeşîne û bingeha komkujiyên nû amade dike. Divê bi van sûcan re hevrû bibe. Îfadeya qeymeqam a di dosyayê de pir zelal e û dibêje ‘me tu rêxistin nedîtin.’ Divê dewlet bi civakê re hevrû bibe. Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê ev pevçûn jî bi dawî nebin. Dê têkoşîna me bidome. Erê rast e doz hatiye betalkirin lê hêj bi dawî nebûye.”