Li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin 2023-06-25 16:40:23 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo çareserkirina pirsgirêkan û pêvajoya jinûveavakirinê, li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin.    Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Şengalê, koordînekirina vegera gel, jinûveavakirinê, pêşxistina eniyeke siyasî ya hevpar,  hilbijartinên şaredarî û saziyên îdarî,  Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin. Di vê çarçoveyê de 7 aliyên siyasî, civakî û çandî yên Şengalê bi daxuyaniyeke hevpar Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî ragihandin. Daxuyanî, li navenda Şengalê bi tevlibûna nûnerên partiayn û aliyên di koordînasyonê de cih digirin hate dayîn.    Di daxuyaniyê de ji ewil Berpirsê Malbenda Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) yê Şengalê Dawûd Cindî axivî û wiha got: “Weke pêkhate û hêzên siyasî yên Şengalê, beriya niha li Şengalê şandeyek hate avakirin ku ji hemû pêkhateyên Şengalê pêk dihat. Êzidî, xiristiyan, sune, şîe û tirkmen. Her wiha beşek ji aliyên siyasî bi hikûmeta Iraqê re ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan li Şengalê hin hevdîtin kirin. Piştre di encama hin civînên me de em gihiştin encamê ku nêrîneke yekgirtî pêş bixin. Li ser vê bingehê em gihiştin wê encamê ku hemahengiyeke niştimanî bê avakirin ku hemû hêz, partî û pêkhateyên Şengalê bîne cem hev û ji bo xurtkirina aramî û jiyana hevbeş li herêmê gelek xalên bingehîn destnîşan bike û li ser wî esasî kar bidin meşandin.”   ARMANCÊN AVAKIRINA KOORDÎNASYONÊ    Piştre jî Hevserokê Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ) Hisên Hacî daxuyaniya avakirina Koordînasyona Şengalê ya Hêz û Pêkhateyên Neteweyî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li ser esasê pêşxistin çareserkirina bûyerên li Şengalê diqewimin û hewldanên hemû gelê herêmê ji hêzên siyasî û civakî bi armanca pêkanîna aramî û pêkvejiyana aştiyane li herêmê hewldan ji bo teşwîqkirina êzidiyên koçber û hemû pêkhateyên Şengalê ku vegerin û dawî li koçkirina salên tal bînin ku gelê Şengalê li kampên koçberiyê dîtine. Ji bo alîkariya hikûmeta Iraqê û rêxistinên navdewletî ji bo bilez avakirina Şengalê û pêkanîna aramiya ewlehî, siyasî û civakî, me biryar da ku hêzên siyasî li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Netewî ya Şengalê ava bikin ku hedef û armancên wê ev xalên li jêr in.   * Ji bo peydakirina çareseriyên pêwîst ên koçberên Şengalê û rakirina asengiyên li pêşiya vegera koçberên êzidî ku di qonaxên berê de rê li ber girt, alîkariyê ji hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî bê girtin.    *  Ji bo ku piştî vegera koçberan a li Şengalê aramî pêş bikeve û jiyana li herêmê zindî bibe. Ji bo vê jî divê xebat were kirin ku koçberên di nava kampan de bi temamî li warê xwe vegerin.    * Ji bo beşdarîbûna prosesa avakirina rêveberiya nû ya li Şengalê, di nav de hilbijartinên Şaredariya Şengalê, rêveberên navçe û qaymeqam ku bi razîbûna gelê Şengalê bin û bi hevre kar ji bo avakirina Şengalê bikin.   * Xebata ji bo jinûve sererastkirina Peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê ku ji aliyê hikûmeta berê ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatibû îmzekirin. Ev rêkeftin li dijî vîna gelê me bûbû sedema aloziyan.    * Koordînasyon hewl dide bi alîkariya hemû ol, mezheb û neteweyên ku di herêmê de dijîn, piştgirî bide aramî û pêkvejiyana aştiyane ya li Şengalê û bibe sedema çareserkirina hemû pirsgirêkên ji ber êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê û binpêkirin û sûcên ku li Şengalê pêk anîne.   Kordînasyona Şengalê ya pêkhate û hêzên niştimanî wê di vê qonaxa girîng de têbikoşe, da ku dengê hemû pêkhateyên Şengalê û daxwazên wan bigihe hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî û bibe girêdaneke bibandor di navbera hemû gelên Şengalê de.”     PARTÎ Û HÊZÊN DI KOORDÎNASYONÊ DE CIH DIGIRIN    Partî û hêzên siyasî yên beşdarî avakirina Komîteya Koordînasyonê bûn wiha ne:   * Nûnerê Mesîhiyan - Îsa Şemhûn   * Nûnerê Suneyan - Adil Silêman   * Nûnerê Tirkmen - Abdulrezzak Reza   * Nûnerê Şîa Seyîd Mehmûd -  Komeleya Şîayên Şengalê   * PADÊ - Hisên Hecî   * Teqeddûm - Seîd Beddûş   * Nûnerê YNK’ê - Dawid Cindî