Endamê PM’a HDP’ê Teker hate girtin 2023-06-25 16:40:52   TEKÎRDAG - Endamê PM’a HDP’ê Ozcan Teker ku li Stenbolê hate binçavkirin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin.    Endamê Meclisa Partiyê (PM) ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ozcan Teker, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê di 23’yê hezîranê de li atolyeya tekstîlê ya li navçeya Esenler a Stenbolê ku lê dixebitî hate binçavkirin.    Teker, birin Midûriyeta Emniyetê ya Tekîrdagê. Piştî îfadeya li dozgeriyê, dadgehê ji bo Teker biryara girtinê da. Teker, şandin Girtîgeha Tîpa T a Mûratliyê. Hat zanîn ku Teker bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye girtin.