Çakas: Sedemê binpêkirinên li girtîgehan tecrîda Îmraliyê ye 2023-06-26 09:01:33 AMED - Rêveberê MED TUHAD-FED’ê parêzer Yûsûf Çakas diyar kir ku sedemê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûne tecrîda li Îmraliyê ye û bang kir ku li dijî zextan li dora malbatên girtiyan bibin yek.    Di desthilata AKP’ê de ku girtîgehên nû bûne sozên wê yên hilbijartinê, li gorî daneyên Wezareta Dadê di 407 girtîgehên ku kapasîteya wan 289 hezar û 974 de 341 hezar û 497 kes hene. Li girtîgehên ku her roj bi binpêkirinên mafan tê rojevê di serî de mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş ên pêşî li berdana wan tê astengkirin. Serdegirtinên qawişên sîstematîk ên li girtîgehan, astengkirina mafê tenduristiyê, astengkirina mafê ragihandinê yên bi hinceta cezayên dîsîplînê, di nava binpêkirinên sereke yên girtiyan de ne.   Rêveberê Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî yên bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) parêzer Yûsûf Çakas binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin û têkildarî serlêdanên girtiyan nirxandin kirin. Çakas, diyar kir ku sedema binpêkirinên mafan ên li girtîgehan encama tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê ye û destnîşan kir ku heta ku tecrîd ji holê ranebe ne pêkane pêşî li binpêkirinên mafan bên girtin.    REWŞA GIRTINÊ YA LI TIRKIYEYÊ   Çakas, destnîşan kir ku rewşa girtinê ya li Tirkiyeyê ji welatên demokratîk ên din cudatir e û wiha got: “Li Tirkiyeyê û welatên weke wê armanca bingehîn a girtinan ew e ku kesên mûxalîf û yên ne ji xwe weke gef bibîne û bi polîtîkaya ‘tune hesibandinê’ tevbigere ye.”   HEWLDANA JI MALBATAN DÛR XISTINÊ    Çakas, da zanîn ku di demên dawî de bi hinceta “ewlehiyê” têkildarî sewqkirina girtiyan a ji girtîgehên malbatên wan dûr re gelek kes serî li wan didin û wiha berdewam kir: “Em dibînin ku sirgun ne hinceta ewlehiyê ne, armanca bingehîn ew e ku girtiyan ji malbatên wan dûr bixin. Li Amedê Girtîgehên Ewlehiya Bilind ên Hejmarên 1 û 2 hene. Cihên tên sirgunkirin jî ‘Girtîgehên Ewlehiya Bilind in’. An ku ji aliyê ewlehiya girtîgehê ve rewşeke cuda nîne.”   ‘QADÊN JIYANÊ TÊN TACÎZKIRIN’    Çakas, bi lêv kir ku li gelek girtîgehan pêkanînên weke serdegirtinên qawişan, belavkirina tiştên girtiyan ku bibin sedema “provokasyonan” zêde bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Odeyên li girtîgehan qadên jiyanê ne. Li wir girtî xwarin dixwin, pirtûk dixwînin, fîlm temaşe dikin, xeyalan dikin. Bi serdegirtinên her tim qadên jiyanê yên girtiyan tên tacîzkirin. Her 7 rojên hefteyê nikare bibe hinceta ewlehiyê. Heke fikareke te ya ewlehiyê hebe li gorî ûsûla wê tevbigere, bêyî tu jiyan û tiştan belav bikî û zirarê bidiyê lêgerîna xwe bike. Lê her roj tu biçî û lêgerînê bikî navê vê dê nebe hinceta ewlehiyê dê bibe tacîz.”   Çakas, anî ziman ku ji ber şertên girtîgehê nexweşî çêdibin û da zanîn ku girtî têra xwe ji tavê sûdê nagirin, zêde dernaxînin cihê hewadariyê, xwarin kêm û nebaş in. Çakas, diyar kir ku girtî bi mehane nabin revîrê sewqa wan a nexweşxaneyê nayê kirin û bi lêv kir ku ji ber kesên dibin nexweşxaneyê jî mûayeneya bi kelemçe li wan tê ferzkirin nikarin tedawî bibin.    PIRSGIRÊKA ATK’Ê Û ‘EWLEHIYA CIVAKÊ’    Çakas, anî ziman ku girtiyên nexweş bi “polîtîkayeke taybet” nayên berdan û bi bîr xist ku Saziya Tiba Edlî (ATK) raporên “dikarin di girtîgehê de bimînin” dide û ji ber vê yekê girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin. Çakas, destnîşan kir ku ji bo berdana girtiyên nexweş rapora ATK’ê ya nikare di girtîgehê de bimîne tê re nake û wiha pê de çû: “Heke ATK bibêje ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî vê carê pirsgirêka ewlehiya civakê derdikeve holê. Bifikirin hûn li ber mirinê ne rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ werdigirin lê li aliyê din bi nivîseke miduriyeta polîsan ev qanûn jî ji holê radibe.”   MAFÊ ‘ŞERTÊ KONTROLA EDLÎ’    Çakas, destnîşan kir ku rewşa ku di salên dawî de herî zêde li girtîgehan bûye sedema binpêkirinan, biryarên Desteyên Îdarî û Çavdêriyê yên di 1’ê çileya 2021’an de ketin meriyetê ne û got: “Ev deste, li şûna nêzîkatiyeke objektîf û zanistî, bi temamî pirsên subjektîf ên weke ‘hûn poşman in?  Dipirsin. Li hundir bi awayekî sîstematîk binpêkirinên mafan hene.”    ‘DIVÊ LI DORA MALBATAN BIBIN YEK’    Çakas, xwest ku hemû saziyên sivîl ên civakî û partiyê siysî li dora malbatên girtiyan bibin yek û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê destûr bê dayîn ku saziyên bêalî û parêzer biçin girtîgehan û çavdêriyên xwe bikin. Pirsgirêkên li girtîgehan çi ne? Asta hiqûqî ya biryarên ku ji aliyê desteyên înfazê ve tên girtin, çi ne? Rêya demokratîkbûna Tirkiyeyê di girtîgehan re derbas dibe. Heta ku li qadeke ewçend zext û bêhiqûqî lê heye guhertin neyê kirin, divê em li benda pêngaveke cidî ya demokratîkbûyînê ya li Tirkiyeyê nesekinin.”   MA / Mehmet Guleş