Ji bo Midûriyeta Giştî ya Emniyetê kesekî nû hate tayînkirin 2023-06-26 08:58:49     NAVENDA NÛÇEYAN – Bi Biryarnameya di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin re Erol Ayyildiz weke Midûrê Giştî yê Emniyetê hate tayînkirin û waliyên 3 bajarên herêmên erdhejê jî hatin guherandin.    Bi biryarnameya Serokkomariyê ya di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin re li şûna Midûrê Giştî yê Emniyetê ku ji bo Cîgirtiya Wezareta Karên Hundir hate tayînkirin, Waliyê Eskîşehîrê Erol Ayyildiz hate tayînkirin. Bi biryarnameyê re waliyên bajarên Dîlok, Semsûr û Hatayê jî hatin guherandin. Edogan, ji bo Walîtiya Hatayê Mûstafa Masatli, ji bo ya Dîlokê Kemal Çeber û ji bo ya Semsûrê jî Osman Varol tayîn kir.    Her wiha Erdogan Miftiyê Boluyê guherand û ji bo miftîtiyên Bolu, Kutahya, Îdir, Erdexan, Denîzlî, Tokat, Manîsa, Çanakkale, Kastamonu, Sêrt, Mêrdîn û Burdurê jî miftiyên nû tayîn kir.